Pergala desthilatdariya mêr ya 5 hezar salî di dirêjahiya temenê xwe de li ser jinan û gelan polîtîkayên kolekirin, çewisandin, înkarkirin û wêrankirinê daye meşandin. Heta hucreya herî kûr a civakê xwe bi pergal kiribû û li ser vî bingehî hebûna xwe dewam dikir. Hemû nirxên civakê yên komînal, çand û berhemên ku bi keda jinê û civakê hatine hûnandin, bi polîtîka û pergala xwe ya yek kesî û navendî xistiye bin yekdestiya xwe. Ji bo kara zêde û desthilatdariya xwe ya çors bi kar aniye.
Vê pergalê ji destpêka dîrokê ve di kesayeta jinê de civak kiriye kole û bi kolekirina jinê re civakbûn belav kiriye. Ji ber vê Rêber Apo dibêje bingeha hemû koletiyan, koletiya jinê ye. Bi kolekirina jinê û pîrekkirina jinê re civak jî kiriye pîrek. Destavêtin kiriye weke çandekê û li tevahiya cîhanê pergala navendî û yek zilamî ava kiriye. Bi vî rengî hegemonya xwe li ser civakê daye avakirin. Ev pergala xwe ya zayendperest bi zanist û olperestî jî meşrûbûn jê re ava kiriye ku êdî tiştekî ku bi navê pîvanên jiyanê, çand, exlaq û wijdan nehatiye hiştin. Ji ber vê yekê li hemû aliyên cîhanê êşa jinan û civakan wekhev e û tesîrê li hev dikin.
Li welatên Rojhilat di bin navê milkkirina jinê de ew namûs hatiye dîtin. Jin di bin pençên reş de hatine nixumandin û bi awayekî sîstematîk hatiye êşkencekirin. Li welatên Rojava jî di bin navê azadiya takekesî û mafên takekesî de jî di sektorên moda, reklam û fuhûşê de ji bo kara zêde hatine bikaranîn. Jin hertim kirine qurban û xenîmeta şeran û di bazara koleyan de hatine firotin. Lê di sedsala 21’an de êdî jin li mîrasa dîroka xwe ya berxwedana Înana li hemberî Enkî, Tîamat li hemberî Marduk, Îsîs li hemberî Fîraûnan, berxwedana jinên kedkar ên li fabrîkayên kapîtalîzmê derdikevin. Êdî ev sedsal sedsala jinê ye. Êdî jinan rêya xwe di modernîteya demokratîk de dîtiye. Li ser 5 prensîbên bîrdoziya rizgarkirina jinê xwe bi hêz dikin û têkoşînê dest pê kiriye. Îro li tevahiya cîhanê jinên Kurd pêşengiya têkoşîna azadiya jinê dikin û îlhamê didin tevahiya jinên cîhanê.
Li bakurê Sûriyê jinên Kurd, Ereb, Suryan xwe di hêla zanist û rêxistinê de bi çek kirine û di eniyên şer ên herî pêş de cih digirin. Jinên bakurê Sûriyê bi pêşengiya YPJ û Kongra Star û yekitiya jinên Suryanî bi şerê xwe û têkoşîna xwe ya siyasî bala hemû cîhanê kişand ser xwe. Jinan ji pergala desthilatdariya mêr a bi dewleta netewe kokdar bûyî re got, na. Hemû kevneşopî û pîvanên feodalîzmê çirandin, êdî ew bi reng, deng û bedewbûna xwe li hemû qadên jiyanê serkêşiya berxwedanê dikin. Di kesayeta Rêvanan û Arînan de berê hemû jinên cîhanê dan nava têkoşînê û bi berxwedana xwe ne tenê ji salê rojek, hemû roj kirine berxwedan.
Li ser vê xakê jinan pençên reş avêtin, jinan çek hildan û şer kirin. Jinan tevr û bêr hildan û çandinî kir. Jinan pênûs hildan û siyaset kir. Îro li bakurê Sûriyê pergala hevserokatî, beşdariya wekhev û temsîliyeta wekhev heye. Kotaya ji bo zayendan pûç kir û êdî modela jiyana xwe ew diyar dike. Li şûna koletî azadî, li şûna çanda destavêtinê çanda berxwedanê û ji rewşa amûrbûnê xwe derxist xwe anî asta navenda cazîbeyê. Niha pergala federesyona demokratîk û neteweya demokratîk bi pêşengiya jinê bi pêş dikeve. Ji ber vê, xweşikbûna jinê îro diteyisînê jiyanê û mîna keskesorê jiyanek bi rûmet ji asoyên Rojhilat dibe pergala demokratîk û azad. Ji bo vê yekê jî pêwîstiya jinan hîn bêhtir bi beşdarî û têkoşîna hevbeş heye. Ji derveyî vê ti wateya jiyanê nîne, bi çanda şoreşê û şoreşgeriyê tu dikarî bibî xwediyê biryarên li ser bedena xwe. Em êdî dibin xwediyê bedena xwe, bi têkbirina pergala yekzilamî em dikarin pergala demokratîk ku mafên jinan tê de misoger e, ava bikin.