Di kîjan astê de dibe bila bibe gotina jin û zor yan jî şidet nayê cem hevdu. Mirov nikare her du peyvan yan jî her du diyardeyan li cem hevdu bigire û bihewîne. Berovajî vê, gotina jin û jiyan di warê civakî, çandî û jiyanî de hîn bêhtir bi hevdu re bûne yek. Ji bo vê daxwaza jiyanê û jiyandinê ji mirinê bêhtir bi jinê re bûye yek.
Em di erefeya Roja Têkoşîna li dijî Şideta Beramberî Jinê de ne. Îsal jî roja 25´ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Şideta Beramberî Jinê, di nava rewşeke awarte ya şer, kuştin talan, wêranî, koçberî, destavêtin û bazirganiya jinan û gelan de pêşwazî dikin. Li her çar aliyên cîhanê pergala desthilatdariya mêr bi modernîteya kapîtalîst di kesayeta jinê de tevahiya civak û mirovahiyê xistiye nava rewşeke herî xirab û ew kiriye kole.
Bêguman di pergaleke bi vî rengî ya desthilatdar, zayendperest, olperest û nijadperest de encax şer bi pêş bikeve. Encamên wê li ber çavan e. Di pergala şer afirandî de rola mêr hîn bêhtir li pêş e. Jin di pergalên desthilatdar de bi tenê karên li ber lingan bikin. Gelo ev qedera jinê ye? Gelo jiyan bi vî rengî ku her roj tê kuştin dikare heta kengî dewam bike? Bêguman ev 5 hezar sal in jiyaneke her roj di kesayeta jinê de tê kuştin heye, lê sedsala 21’an sedsala azadiya jinê ye.
Jina li xwe hayîl bûyî û xwebûnê pêk tînê, êdî zincîrên zorê diqetîne û ber bi avakirina pergala modernîteya demokratîk ve diçe. Di pergala demokratîk de rola jinê hîn bêhtir derdikeve pêş. Lê em dizanin pergala demokratîk bi pêşengiya jinê ew ê bi pêş bikeve. Di roja me ya îro de li Kurdistanê jin pêşengiya têkoşîna demokrasiyê dikin û zendên xwe ji bo hemû qadên jiyanê li karûbar badane. Bi pêşengiya jinên Kurd, jinên ji hemû pêkhateyan li ser vê erdnîgariyê li xwe hayil dibin û xwebûnê pêk tînin. Li xwe hayil bûna jinê hemû zincîr qetandine û jin ya ku azad dijî ye.
Di şoreşa Kurdistanê de em ketin ser rê, li Rojavayê Kurdistanê em bi pergal dibin û niha em dimeşin. Êdî bihara gelan bi hiş, hest û ramana jinê dixemile. Her roja ku jinek ji desthilatdariya DAIŞ’ê rizgar dibe baxçeyê azadiyê bi gulek din rengîn dibe. Tevna jiyanê bi ziraviya ramanên jinê tê hûnandin û bi beden dibe.
Bêguman rêya me zor û zehmet e, lê em dimeşin. Di oxira vê jiyanê de jinan xwe kiriye sîper û dimeşin. Her tişt dema jiyan azad bibe û rizgariya demokratîk pêk were bi wate dibe. Evîn, bedewî edalet û wekhevî bi çawanî û nirx dibe. Ji bo wê, keçên çavbelek kefî li serê xwe girêdane û xwe berdane deşta Mûsil û Reqayê. Ji vir û wir hewl didin jinên êşkişandî rizgar bikin. Guh didin jinên ku hawar dikin. Kengî me jin ji bazarên koleyan xilas kirin, wê demê em dikarin bibêjin azadî tam misoger bûye, roja me êdî tîrojan diavêjê, tîna wê dide erdên bi bereket warê xwedawenda dayik.
Êdî zincîrên zorê tên qetandin. Kengî jinan pêçeyên reş avêtin, wê demê isyana wan dest pê kiriye. Êdî ev rastî ye.