Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji aliyê rejîma Tirk ve dîl hatiye girtin, ev 66 roj in di greva birçîbûnê de ye.Greva birçîbûnê ya Guven di asta krîtîk de ye û rewşa wê ya tenduristiyê her ku diçe nebaş dibe.
Keça Guven Sabîha Temîzkan li ber hepsa Tîpa E ya Amedê bi rêya telefonê bi dayika xwe re axivî û diyar kir, dayika wê bi alîkariya personelên hepsê karîbû bê gel telefonê.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê keça wê ve hatin dayin, hejmara roja Înê ya rojnameya Yenî Yaşamê ku nûçeyên derbarê Guven de he ne, jê re nehatiye dayin.Hate ragihandin,ku Leyla Guven dengê çalakiya ku li ber hepsê ji bo piştgiriya wê hate lidarxistin bihîstiye.
Komeke qelebalix ku wekîlên HDP’ê jî di nav de bûn, roja Pêncşemê xwestin li ber hepsê bimeşin lê belê polîsan êrişî wan kiribûn. HDP’yî tevî astengiyan jî xwe gihandibûn ber hepsê û daxuyaniyek dabûn çapemeniyê.
AMED