Desteya Jinan a Herêma Cizîrê bi armanca piştevaniya derûnî bi navê “Şehîd Amara” Navenda Piştevaniya Derûnî li bajarê Serêkaniyê vekir.

Di rewşa heyî de ji şer û êrişên ku bandoreke neerênî li ser derûniya mirovan dike û bi armanca desteka derûnî bide, Desteya Jinan a Herêma Cizîrê bi koordîneya Komîteya Jinan a Serêkaniyê, Navenda Şehîd Amara ya Piştgiriya Derûnî bi merasîmekê li xizmeta cemawerê vekir.

Navenda Şehîd Amara ya Piştgiriya Derûnî ji beşên “Şêwirmendiya malbatî û destgirtîbûnê, destwerdana lezgîn a derûnî” pêk tê. Her wiha, semîner û perwerdeyên zanistî jî wê ji aliyê jinên pispor di aliyê derûnî de werin dayîn.

Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Jiyan Tolhildan, Eyşe Ferhan ve hate vekirin. Dayika şehîdê, vekirina navendê pîroz kir û hêviya serketinê ji desteyê re xwest.

Paşê cîgira Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê, Wela El-Axa û Rêvebira Komîteya Perwerdeyê, Selwa Salih jî axivîn û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û serketina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kirin. Wan wekî din destnîşan kir ku Ocalan ji bo azadiya civakê têdikoşe û banga parastina mafê jinan dike. Merasîm bi gerandina govendê û gotina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû. 

 

 ANHA / SERÊKANIYÊ