Grevên birçîbûnê li seranserê Kurdistan, Tirkye û Ewrûpayê dewam dikin. Çalakiya li Strasbourgê 100 rojên xwe temam kirin. Li Strasbourgê wekî din wê bi beşdariya sedan kesî greveke 5 rojî li pêşiya Parlamena Ewrûpayê dest pê kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 139’an de dewam dike.
Piştî Leylayê bi heman daxwazê li Başûrê Kurdistanê çalakiya li Nûneriya HDP’ê ya Hewlêrê ya Nasir Yagiz di roja 126’an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê û ya Îmam Şîş ê li Welatê Galiyan jî di roja xwe ya 100´î de dewam dike. Ya Endama Meclisa Îştarê Fadîle Tok di roja 66’an de, ya hevseroka DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel û ya parlamentera DHP’ê ya berê Selma Irmak a li hepsê di roja 70´yî de ye. Li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba jî kete roja 73’yan. Herwiha Çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de ya koma yekemîn di roja 101’ê de û ya bi hezaran girtiyên din jî ji 1’ê Adarê ve li hemû hepsên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dewam dike.
Çalakiya ku parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag ji 3’yê Adarê ve û ya parlamenterên Wanê Tayîp Temel û Murat Sarisaç jî ji 8’ê Adarê ve li avahiya HDP´ê Amedê dewam dike. Çalakgerên hatina tehliyekirin jî li malên xwe çalakiya xwe dewam dikin.
Çalakiya bi sedan kesî
Ji bo şikandina tecrîdkirina Ocalan, bi sedan kes wê bikevin greva birçîbûnê ya 5 rojan li ber avahiya Parlamena Ewrûpayê (PE) tevî çalakiya rûniştinê tê kirin. Çalakî bi beşdariya nûnerên saziyên Kurdan, Kurdên ji her aliyê Ewrûpayê bi rê ve diçe. Di destpêka çalakiyê de di axaftinan de hat ragihandin ku çalakî wê her roj mezintir bibe.
Di destpêka çalakiyê de Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal peyivî û got, êdî sebra gelê Kurd beranberî tecrîdê nemaye, û got, di serî de CPT, divê saziyên navneteweyî û dewlet destê xwe biavêjin meselê û bi erka xwe rabin.
NAVENDA NÛÇEYAN