NAZIM DAŞTAN / MA/QAMIŞLO
Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê PYDê Salih Muslim, der barê bûyerên li Idlibê û sekna Tirkiye ya di navbera NATO û Rusya de şirove kir. Muslim, anî ziman ku divê Tirkiye tawîzan bide û wiha got, “Êdî şensa Tirkiyeyê tune. Divê êdî hesab bide. Tiştekî ku Erdogan bike û qîra bide xwe nema.”
Muslîm, diyar kir ku qeyrana li herêmê wê bêtir kûr û sor bibe û wiha got: “Qeyrana li Sûriyeyê derket holê ji ber xwe derneket holê. Gel li dijî rejîma despotîk, ket nava lêgerîna azadî û wekheviyê. Pêvajo piştre hat guhertin. Hêzên derve, çek xist destê hin komên biçûk û li dijî eniyên din sor kirin. Li ser berberî û komên biçûk plan xistin pratîkê. Rejîma li dijî vê planê hêj li cihê xwe radiweste.”
Hê krîzê dest pê nekiriye
Muslîm di mijara Idlibê de bi bîr xist ku Rûsya paşê ango sala 2015an beşdarî pêvajoyê bûye û got, Hêj qeyran dest pê nekiriye. Xuya ye ku ev qeyran wê bidome û kûr bibe. Niha şer li deştê didome. Hêj şer derbasî aliyê çiyê nebûye. Ne rejîma Sûriye û ne jî rejîma Rûsya nikare wan komên li çiyê bi cih bûne xelas bike. Tirkiye jî nikare wan tune bike. Yên ku çek dan wan Tirkiye bû. Tirkiye ditirse bi ser wan de here. Qad û mijara êdî Tirkiye û Rûsya li ser li hev bikin tune. Rûsya israr dike ku Tirkiye sozên xwe yên di 14’emîn civîna Astana de pêk bîne. Lê Tirkiye jî vê soza xwe pêk nîne. Ji ber vê yekê hevdîtinên wan bê encam dimîne.”
Tirkiyê di navberê de maye
Xeyalên Tirkiye yên Helep, Şam û Mizgefta Emevî yek bi yek bi avê de çûn. Niha polîtîkaya wê ya bingehîn li ser tunekirina Kurdan e. Dibêje ‘Ez ê çawa Kurdan tune bikim’. Êrişên li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê encama vê têgihiştinê ne. Ev şer encama van polîtîkan e. Tirkiye ji ber berxwedana Kurdan û tifaqa ku Kurdan di nava gelan de ava kiriye bêzar e.”
Muslîm, bibîr xist ku polîtîkaya dewleta Tirk a şantajê li dijî Ewrûpa, DYA û Rûsyayê bi bin ketiye û wê weke encamek xerab lê vegere û got: “Hem bi NATO re û hem jî bi Rusya re nameşe. Niha xetimiye. Divê Tirkiye tawîz bide. Di nava wan de gelek peymanên siyasî, eskerî û bazirganî hene. Projeya xazê heye. Peymana turizm, bazirganiya S-400 heye. Ger ku Tirkiye dixwaze xwe nêzî NATO bike wê demê divê tawîzan bide. Vê carê Rusyayê canê Tirkiye biêşîne. Rusya ne YPG û ne jî PKK’ê terorîst dibîne. Ji ber vê yekê Tirkiye nikare zû bi zû dest ji Rûsya berde. Ger ku dest jê berde wê bedelê giran bide. Dîsa di meseleya NATO de jî herî zêde Tirkiye dixwaze NATO bê guhertin. 50 salin bi çekên NATO li dijî Kurdan şer dike. Bi xêra NATO li lerêmê bû xwedi hêz. Ji ber vê yekê Tirkiye naxwaze ji NATO derkeve. Tirkiye mohtacê NATO ye. Divê Tirkiye êdî tawîzan bide. Şensê wê tune ye. Êdî dema hesab dayînê hatiye.