Êdî Sûriyeya berê nabe
Bi rejîma Şamê re danûstandinên fermî yên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk 26’ê Tîrmehê dest pê kirin. Berpirsê Komîteya Karê Derve ya TEV-DEM’ê Salih Muslim derbarê danûstandinan ji AFP’ê re axivî û got, “Çi derbarê saziyan de û çi jî derbarê demokrasiyê de be, em hewl didin her tişta têkildarî xweseriyê, biparêzin.”
Hevsengî guherî ne
Mislim îşaret bi wê yekê kir ku “Sûriye êdî wê ne Sûriyeya berê be” û got, “Divê pergaleke demokratîk û navendiya-ademî were qebûlkirin.”
Muslim got, berê rejîmê qet ew muxateb nedidîtin û wiha domand, “Lê bi vîn, rêxistinî û hêza me, niha hevsengî guherî ne. Em dixwazin her kes bi azadî, bi reng û dengê xwe bijî. Pêdivî pê tine ku rêveberiya xweser danûstandinê li ser mafê çandî û siyasî bike.’’ Her wiha Muslim got, ev ê ji bo tevahiya Sûriyê bibe model.
Li gorî AFP’ê hin analîst dibêjin, Esad bi şertê ku pergala xweser were rûxandin wê tenê mafê çandî nas bike. Lê Îlham Ehmed ku tevlî hevdîtinên bi rejîmê re bûyî, got, xwerêveberî desteketiyeke ji şerê dijî DAIŞ’ê ye. Ehmed îdîayên ku rejîm dixwaze hêzên Kurd tasfiye bike, li derewê qeliband û got, nîqaşeke wiha nehatiye kirin. PARÎS