Berdan Ozturk: Me nêrînên xwe yên ji bo yekîtiyê parve kirin, wan jî parve kirin. Wan jî got ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd çi bikeve ser milê wan, amade ne bikin, lê rê û rêbaza wê jî diyalog û demokrasî ye.

Heyeta ji Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê Agiriyê Berdan Ozturk, Wekîla Serokê Koma HDP’ê û Parlamentera Mersînê Fatma Kûrtûlan, Alîkarê Hevserokên Giştî Nazmî Gur, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve û Parlamentera Êlihê Feleknas Ûca, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier pêktê li başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe dewam dike. Heyetê piştî hevdîtinên li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Mesûd Barzanî û Partiya Zehmetkêşanî Kurdistanê doh jî bi Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re civiya. Civîna şandeya HDP’ê û KCD’ê ya li gel Dr. Berhem Salih li çapemeniyê girtî pêk hat. Piştî hevdîtinê Dr. Berhem Salih û endamên rêveberiya YNK’ê kêfxweşiya xwe ji hatina şandeyê anîn ziman. Paşê şande çû serdana gora Sekreterê Giştî yê berê yê YNK’ê Mam Celal. Piştî serdana gora Mam Celal şande çû serdana navenda Tevgera Azadî ya Kurdistanê.

Efrîn çawa hat dagirkirin

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk der barê hevdîtinên wan ên li Başûrê Kurdistanê de peyivî. Ozturk diyar kir ku serdana wan a Başûrê Kurdistanê di demekê de ku li ser destkeftiyên Kurdan êrişên zêde hene, pêk tê û got: ”Me nêrînên xwe yên ji bo yekîtiyê parve kirin, wan jî parve kirin. Berê jî yekîtî gelekî pêwîst bû, lê îro êdî elzem e. Divê mekanîzmayek bê avakirin ku karibe bersiva erişan bide.

Êrişên li ser mafên gelê Kurd, li ser statuya gelê Kurd her ku diçe giran dibin. Em dinêrin li çar perçeyên Kurdistanê gelê me dibe xwedî hêz û rêveberî, ji ber vê yekê ewqas êriş dibin. Taybetî em dizanin ka bi destê dewleta Tirk Efrîn çawa hat dagirkirin û çawa dixwazin gelê Rojava bê statu bihêlin. Bêguman ev dijminatî ye. Siyaseta dijminatî û metîngerî tê meşandin. Îro bi navê operasyonan, Başurê Kurdistanê jî di bin dagirkeriyê de ye.”

Em bi xwe û gelê xwe bawerin

Berdan Oztuk di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li dijî destkeftiyên gelê Kurd û got: ”Ji bo tevahiya Kurdan xeteriyek mezin heye. Lewre ji bo Kurdan tişta herî pêwîst avakirina yekîtiyê ye. Di serdanan de nîqaşên me li ser vê mijarê bûn. Me fikrên xwe parve kirin.  Birêz Kek Mesut, Birêz Neçîrvan Berzanî, Birêz Mesrur Berzanî û hemû serokên partiyên ku me bi wan re hevdîtîn pêk anî jî fikrên xwe parve kirin. Wan jî got ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd çi bikeve ser milê wan, amade ne bikin, lê rê û rêbaza wê jî diyalog û demokrasî ye. Wan jî ji bo paşerojê îşaret bi hewcedariya rê û rêbazekê kirin. Herî dawî Birêz Ocalan jî ev yek anîbû ziman û gotibû; ‘Em dikarin di nava hefteyekê de pirsgirêka gelê Kurd çareser bikin. Ez bi xwe jî bawer dikim, gelê xwe jî bawer dikim’. Lê belê bersiva deshilatdariya AKP û MHP’ê, bi êrişan bersiv dan. Dema DAIŞ derket holê hemû êrişên xwe anîn ser gelê Kurd. Em jî dizanin û gelê me jî baş dizane ka kê alîkariya çeteyan dikir.”

Çanda me yek e, dîroka me yek e

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di dawî de li ser encamên hevdîtinan got: “Îro me dît ku hêzên Kurdan tevî hemû nakokiyan jî, dema ji bo mafê gelê Kurd gav biavêjin, bi ser dikevin. Îro hemû cîhan vê serkeftina gelê Kurd dibîne. Kurd nijadperestiyê nakin, demokrasiyê diparezin. Em dibînin li Parlementeya Başur jî Ermenî, Tirkmen jî hene,  nasnameya xwe diparêzin. Lê belê Tirkiye zimanê Kurdî qebûl nake. Erdogan îro dibêje em ê erdê Osmaniyan paşde bigirin. Armanca wan ev e. Dema li dijî gelê Başur êrişek çêdibe, gelê Bakur jî gelê Rojava jî qebul nakin. Gelê Rojhilat jî qebul nake. Pêwîste mekanîzmayek bê avakirin, ev mekanîzma wexta êrişek li ser neteweya gelê Kurd çêbû, bibe bersiv. Ger ku îro dema hikûmeta AKP’ê kayyum tayînî şaredariyan kir, pêwîst bû hikûmet û parlementoya Başûr nerazîbûn nîşan bidaya. Hêviya gelê Bakur ewbû.Heman tişt dema li Başur çêbibe hêviya gelê Başur wê ew be ku partiyên siyasî yên Bakur nerazîbûn nîşan bidin. Êdî çi dibe bila bibe nasnama me yek e, çanda me yek e, dîroka me yek e..”

 

NAVENDA NÛÇEYAN