Şoreşa Rojava du sal li pey xwe hiştin lê her kêliyên berxwedanê bi têkoşînê xwe gihand heta îro. Ji ber vê berxwedana bêhempa encamên van du salên şoreşê û li hemberî hemû astengiyan gavên ku hatine avêtin herkesî matmayî dihêle. Ne êrîşên dagirkeran û çeteyên wan, ne têl, dîwar û xendekên li sînoran, ne koçberî û ne jî ambargo nikarîbû xwe li ber vîna vî gelî bigire.
Bi hemû rêbazên qirêj xwestin dor li şoreşê bigirin, lê xelkê Rojava li hemberî van serî netewand û ji armanca xwe ya jiyana azad û mafên xwe paş ve gav neavêt. Di tinebûnê de jiyaneke nû afirand; xwe ji nû ve saz kir, xwe birêxistin kir, saziyên xwe ava kir û li her sê kantonan Xweseriya Demokratîk îlan kir. Destketî û encamên şoreşa azadiyê ya gelê Kurd a 40 salan îro bi pêşengiya jin û ciwanên kurd li Rojava dikeve meriyetê.
Tevî ku qada şoreş lê pêş dikeve Rojava be jî, îro ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku şoreş bi van erdan bi sînor nîne û di serî de li hemû aliyên Kurdistanê, bandorê li tevahiya xelkê herêmê dike. Îro bayê şoreşê hemû gelan dide ber xwe û ji ber vê yekê weke ´şoreşa gelan´ an ´hêviya gelan´ tê bi navkirin.
Mixabin, her ku destketiyên şoreşê mezin dibin, êrîş jî dijwar dibin. Di salvegera sêyemîn a Şoreşa Rojava de bi êrîşên çeteyan û hêzên paşverû yê li hemberî Kantona Kobanê, berxwedana li Rojava îro ketiye qonaxeke nû. Ev berxwedana li Kobanê ji bo hemû gelê Kurd xeta hebûn û tinebûn, ango azadî û bindestiyê ye, ji ber vê yekê çavê gelê Kurd li Rojava ye û dilê Kurd li Rojava lê dide.
Bi munasebeta salvegera şoreşê me jî di vê hêjmara PolitikART de cîh da Rojava.  Ji ber zimanê şoreşê kurdî ye, nivîsên me jî vê carê wê bi tevahî kurdî bin. Em hêvî dikin li gorî daxwazên we be…