Kawa NEMIR
Di gelek qonaxên jiyanê de, helbestkar, ji bilî nivîsîna helbestê, bi gelek karên dinyaligê daketine, di birrek qewamên girîng de cî girtine. Şayanî behsê ye ku gelek helbestkarên mezin berhemên xwe yên nemir ji nava wê aloziyê afirandine ku jiyanê ew derxistine ber wan. Di mijara xwekuştinê de helbestkar sêrî dikişînin, her wiha di dem û dewranên cihêreng de helbestkaran di nava şer de jiyana xwe ji dest daye.
Edward Thomasê helbestkarê Ingilîz, yek ji wan helbestkarên girîng e ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de miriye. Ji nifşê wî gelek helbestkarên wiha hene ku di henga her du şeran de mirine.
Edward Thomas li Londonê, li Lambethê, di sala 1878’an de ji dayîk bû. Beriya xwendina xwe ya bilind, di Dezgehê Bazirganiyê de xebitî bo demekê. Wî di sala 1898’an de di Zanîngeha Oxfordê de dîrok xwend. Piştî kutakirina xwendina xwe, ji ber bêgaviyên aboriyî, di rojnameyan de rexnegiriya pirtûkan kir, li ser mijarên cihê cihê nivîsî. Thomas di nava vê xirecirê de bi pêşniyaza hevalê xwe yê helbestkar ê Emerîkî, Robert Frost, dest bi nivîsîna helbestan kir. Di helbestên xwe yên pêşîn de, mîna Frost, li ser aliyên xwedêgiravî ne girîng ên jiyana rojane, şayesên kitekitan rawestiya, yên ku bi her kesî ve nas in. Di sala 1915’an de bi şandilxwazî (bi dilê xwe) tevî Şerê Cîhanê yê Yekem bû, heta sala 1917’an, heta ku li Eniya Fransayê, li herêma Arrasê hate kuştin, di nava şert û mercên şerên giran de helbestên bedew nivîsî. Edward Thomas çapbûna 64 helbestên xwe bi çavên serê xwe nedît, ên beriya ku here şer, wî bi xwe wekî dîwan amade kiribûn û ev dîwana xwe diyarî helbestkar Robert Frost kiribû. Di 1918’an de dîwaneke wî ya nû hate çapkirin ku ji 71 helbestên wî yên din pêk tê.
Îro, wekî helbestkarekî heyna şer, tê pejirandin ku Edward Thomas mohra xwe li helbesteke serketî û bedew xistiye, di nava nifşên helbesta gerdûnî de ji xwe re ciyekî bijarte peyde kiriye.
* Nîşe: Ji bo ku zanyariya der barê arşîva xebatên min ên wergerê de li vir tomar bibe, ji 1994'an heta niha min devîdevî 100 helbestên Edward Thomas ji Ingilîzî wergerandine Kurdiya Kurmancî û ev hê jî wekî pirtûk nehatine weşandin. (K. N.)
Adlestrop
Erê, Adlestrop tê bîra min –
Navê wê derê; lewma piştî nîvro bû,
Germ bû, trêna ekspres ne bi asayî
Nêzîkî wê derê bû, sekinî. Dawiya Pûşperê bû.
Dûkelê kire kufînî. Yekî gewriya xwe paqij kir.
Kesî nehişt neçû, kes nehate
Ser platforma xalî. Tiştê ku min dît
Adlestrop bû – bi tenê nav
Û darên bî, erxewan û çêre,
Mecrîsok û gulqîçikên hişk bû,
Çu pirîskek kêmtir û bi tenê ciwan nebû
Ji gewaleyên evra yên li esmanan.
Di wê kêliyê de, li ciyekî nêzîk, dîkekî avî
Xwend, li der û dora wî ya mijdartir,
Li cîwarên dûrtir, hemû balindeyên
Oxfordshire û Gloucestershireê jî pê re.
Çile 1915’an 1917
Berf
Di nava tengaviya spîtiyê de,
Di nava bêdengiya giran a berfê de,
Zarokekî dikire axîn
Û digot bi dilşewatî: “Ax,
Kuştin çivîkeke spî, di hêlîna wê de, wa li wê,
Pûrt diperpitin, dikevin ji sîngê wê!”
Û çivîk hê jî diket di nava şewq û şemala kiz re
Bi ser wî zarokî de ku ji bo çivîka berfê digiriya.
Darên Gêlazan
Li ser kevnerêya ku ew ên tê re bihurî giş êdî mirî ne,
Darên gêlazan ditewin, kulîlkên xwe diweşînin,
Gulpelên wan, mîna ku dawetek hebe, belavî çêreyê dibin,
Vê beyaniya serê Gulanê, ku kes tine dawetê bike.
Gulana 1916’an 1917
Daristana Tarî
Tarî ye daristan, kûr e, li jorê
Stêrkên mîna tovên roniyê dardayî ne
Bêhûde, her çend ji hinga ku nehatine çandin, gihişt
Tiştekî geştir.
Û girseyên hêzdar, li dorê bi siwarî diçin û tên
Hey û hey, nakevine navê;
Ji girseyên din ên ku di navê de bi cî û war in
Hê yek çu carî li rû neket.
Binevşî ye tûlezera daristanê, beybûna çavga
Ya li der, zêrîn û spî ye,
Ew ên ku kulîlkê vedirûn jî dikarin bi şev yan bi roj
Silavê bidine ên din.
Ewrên Sayî
Ewrên sayî yên Gulanê
Pengavê ew e ku sîber dikin.
Li hêla din,
Hew kendaveke
Zilên qimrûd î dirêj e
Mîna singoyên çeperast in,
Ku balindeyekî carekê tê de xwend,
Dadiweste her wekî royê.
Kes guh nadê.
Bayê nerm mirarê
Kulîlka Gulanê
Dimilmilîne, dide ber xwe.
Heta ku mirîşka avî bixwîne,
Divê
Balinde yan jî mirov
Tiştekî nekin.
Hê jî kulîlkên dargivîjan dibarin.
Helîn
Li ser xaka ku berfa kêmekî heliyayî belek belekî,
Qijikên xembar di hêlînên xwe de kirine qajînî,
Dîtin ji serên darbiziyên ku her wekî kulîlka gîhê şepal in
Tiştê ku me nikaribû li jêrê bidîta; dîtin geliyê Zivistanê.
Îşev
Harry, tu dizanî, bi şev
Zîrzîrkên li Kaşxaneya Neqebê
Ji bilindiya binkêranan dixwînin tev,
Dibêjî qey çiraya elektrîkê tew
Dibe tava rastî li ser serê geliyekî havînê:
Bifîkîne, li dêrî nexe îşev.
Kate, ez ê bêm reverev:
Em ê ji xwe re li Kaşxaneya Neqebê
Dûrî çavan çongan bikutine hev,
Bi tena serê xwe, ne bi hacetî çirayê, tew
Lempeyê yan jî tava li ser serê geliyekî havînê:
Ez dikarim heta dereng bimînim îşev.
Li Ser Behra Êqil (Hêkesorka 1915’an)
Di nava daristanê de, kulîlk bûne lod di esra teng de,
Ev Cejna Qiyametê mirovan tîne bîra mirov,
Wan ên ku niha li xerîbî û xerîbîstanê ne, wan ên
ku bi berdilkên xwe re diviya
Ew berhev bikirana, ew ên ku dê cardin çu carî berhev nekin.
Pisîkek
Zarokan girtibûn navek li wê kiribûn;
Lê ti kesî hez nedikir jê, tevî ku ne bê xwedî
Bû, ku dema razanê dihat, davêtine derve,
Ê têjikên wê jî ji xwe re dixeniqandin êdî.
Li gel hindê, wexta biharê, vê pisîkê
Mirîşkên reş, boqije, bilbil digirtin û pûrteve dikirin,
Û balindeyên deng, pûrt û fira wan kaw,
Her wiha kurtêlên gilêşdankên dercîranan.
Wê ez bê zar kiribûm, lew bîzê min lê nediçû;
Deqeke li ser sîngê boqijeyekê, ne derew û virr,
Hêjayî milyonek hebên wiha bû; lê tu were,
Temenekî dirêj kir, ta ku Xwedê ew gorrberde kir.
Piştî Baranê
Barana ku barî bi şev û roj û şevekê,
Vêsa xwe digire tevî tava
Vê roja zenûn a bê henase. Roya çav zûr kirî
Dibîne bê çi qewimî, çi ciriya.
Rêya li binê daran, tixûbekî wê yê nû çêbû
Ji dena erxewanî
Li nava tixûbê çêreya barîk a geş:
Ji ber ku peritî
Hemû Sermaweza pelan li dû xwe hiştî,
Weriya ji bindeqan, givîjan
Û ji darên balatir. Li seranserê rêlê,
Çu pelekî mirî naweşe
Ser çêreya gewr, kevza kesk û tilîpera narinciyê çîk,
Bi verabûna bê re:
Pelçimikên ku ji benava pel werandî didêrin,
Bi sivikî belavî
Ser rêyê dibin mîna masiyê biçûk î reş, çawa nexş û nemûr,
Dibêjî qey ruh bi wan de hatiye.
Tiştê ji bê jimar çiqlên li vê derêkê de dahêlayî,
Ew çend hişk û rût,
Danzdeh sêvên zer in, çi rind e mirov wan dibîne
Li ser dareke pelweş.
Û li ser her şaxeke her dareke di dolê de,
Bê jimar
Belorên hem tarî, hem jî geş, ên barana
Ku careke din dest pê dike dibare.
Piştî Ku Tu Biaxêvî
Piştî ku tu biaxêvî
Û niyaza te
Fesîh be,
Çavên min
Dikevine ên te, ku niyaza wan,
Tevî hinarkên te û porê te,
Tiştekî şarezatir,
Razbartir
Û lap cihêrengtir e.
Ku wiha be jî, zîrzîrk
Hez dike ji toz û xweliyê
Û warên di navê de,
Wê kêliya
Beriya ku divê
Xwe berde esmanan bi fira tenya
Heta ciyekî,
Wekî stêrkeke tarî
Tê xuyanê ew –
Pirîskeke
Toza ku distrê
Li avjeniyê
Li jorê,
Li nava xewnan
Û ne çiraweşên e.
Ez tê derdixim, viyana te
Evîn e.
Serî û Şûşe
Deverên jêrîn dê tavê ji dest bidin, alîsoma* spî
Dê ji dest bide vizîniya mêşhingivan;
Lê serî û şûşeya di keştiyê de pal dayî
Dê çu carî ji hev veneqetin,
Heta ku ez wekî nîvê şevê serma bikim, saetên min giş
Bibine kulîlkên bê mêşhingiv.
Mêrikî ne dibîne, ne dibihîze, ne bêhn dike, ne jî dipokile,
Vedixwe û hew,
Bi bêdengî, li baxçeyê ku qurmên daran tê de pal nedane
Bêdengtir.
* Alîsom: (Bi Îngilîzî, alyysum) Celebekî gulan e. (K. N.)
Tê Bêyî?
Tê bêyî?
Tê bêyî?
Wilo bi derengî
Tê bêyî bi siwarî
Li kêleka min?
Lêlê, tê bêyî?
Tê bêyî?
Tê beyî,
Şev be,
Şevê heyv be,
Geş û çardehşevî be?
Lêlê, tê bêyî?
Tê bihatayî?
Tê bihatayî,
Heke nîvroyê
Ronahî bida,
Ne heyvê?
Bedewê, tê bihatayî?
Tê bihatayî?
Tê bihatayî
Bê lûtberzî,
Heke hê jî
Beyanî bûya?
Delalê, tê bihatayî?
Heke tu bêyî,
Lez bik bilezîn bê.
Kundan xwend;
Tarî dikeve erdê,
Dereng e bo siwariyê.
Delalê, bedewê, bê.
Wekî Pelandina Baranê
Gava ku dilgeşiya birêdeçûna bi wî awayî
Ji nişkê ve mêrik hilda û bir,
Wekî pelandina baranê bû jinik,
Li ser gewde, por û çavên mêrik.
Mêrik bûye evdalê bahozê, danavî bûye,
Distrê, dikene, pak dizanim çawa ye ev yek,
Lê gava ku vedigere, ji bîr dike
Çawa ku ez ê ji bîr nekim ‘Êdî here’ya wê.
Wan her du giliyan deriyek girt
Di navbera min û barana pîroz de.
Deriyê ku berê çu carî nehatibû girtin
Û dê careke din venebe.
Xaniyê Nû
Niha ewilî, bi girtina ku min derî girt,
Ez bi tena serê xwe bûm
Di xaniyê nû de; û bê
Dest pê kir, kire bûmebûm.
Xanî kevin bû bi dest xwe re,
Kal bûm ez jî;
Sawa tiştên ku ji xeybê hatine guhên min,
Porê serê min kire bîjîbîjî,
Şevên bahozê, rojên mijê, ne serî ye, ne binî;
Rojên xemê, çaxa ku tavê
Geş kir bi bêhûdetî: kulên, kulên berê
Dest pê nekirî hê.
Ji xeybê hate min giş; min nekarî
Ji pêş de di çu tiştî derêxim;
Lê ez hîn bûm bê çawa ba didêre,
Eger hat û qewimîn ev tişt tim.