2 hezar û 500 mamoteyên Kantona Efrînê li ser metiryalên nû yên xwendinê perwerde dîtin. 49 hezar û 170 şagirt jî perwerde kirin. KPC-D jî Zanîngeha Efrînê, Peymangehên pîşeyî, wêjeyî û tibbî li Kantonê vekirin.

Bi boneya nêzîkbûna Roja Zimanê Kurd (15′ê gulanê), Endama Rêveber a Komîteya Civaka Demokratîk (KPC- Demokratîk)a Kantona Efrînê Raperîn Xelîl derbarê girîngiya zimanê Kurdî û gavên ku ji aliyê komîteyê ve hatine avêtin bi ANHA′yê re parve kir û got: ″Tevî ku rewşa hemû herêmên Sûriyê aloz bû, lê Komîteyê ji bo pêşxistina xwendekarên zimanê Kurdî û  gavên mezin avêtine.″

Reperîn Xelîl destnîşan kir ku ji bo nifşên pêşerojê bi zimanê dayikê perwerdeyên xwe bibînin, 2 hezar û 500 mamosteyên zimanê Kurdî hatin perwerdekirin û wiha domand: ″Mamosteyan li ser metiryalên ku ji aliyê Komîteyê ve hatiye amadekirin perwerde dîtin, da dersên zimanê Kurdî bidin şagirtên refên yekem heta sêyem ên seretayî.”

Raperîn deştnîşan kir ku di 2016′an de pirtûk hatin peydakirin, mamosteyên ziman hatin perwedekirin û metiryalên xwendinê  ji aliyê Komîteyê ve hatin peydakirin û şagirtên dibistana seretayî ji refa yekem heta refa şeşem perwerdeyên bi zimanê Kurdî perwerde dîtin.

49 hezar û 170 şargirtan meteryalên nû xwendin

Raperîn da xuyakirin ku 49 hezar û 170 şagirtên Kurd li ser sîstema hîndekariya ku li ser rêgeza Netewa Demokratîk hatiye hunandin, bi zimanê Kurdî ders dîtin û anî ziman ku vê yekê moralê mamosteyên zimanê Kurdî bilind kir. Li kêleka hîndekariya şagirtan, 270 mamoste beşdarî dewreyên perwerdeya girtî bûn. Dewreyên mamosteyan li Akademiya Şehîd Ferzad Kemamger hatin vekirin û 3 mehan dom kir. Dewre bi armanca xurtkirina asta dersdayînê hatin dayîn. Mamosteyên jin di Akademiya Ramanê ya Şehîd Arîn Mîrkan de perwerde dîtin.

Ji aliyekî din ve jî KPC-Demokratîk zanîngeha Efrîn a wêjeyê û peymangehên pêşeyî, wêjeyî û tibbî li Kantonê vekir, kadroyên tenduristiyê û doktorên pispor hatin erkdarkirin.

Heta sala 2016′an gelek peymangeh û kolêjên ″aborî, endezyarî û mekanîk, ragihandin, û bijîşkiya mirovî ne, her wiha peymangeha Şehîd Viyan Amara ya wêje û zimanê Kurdî û peymangehên ″çandiniyê, rêveberiyê û kar, Computer hunerên ciwantiyê (wênexêz, şano û mûzîk), zanistî (fîzya û kîmya)″ hatin vekirin.


RODÎ ÊZÎD XALO / ANHA / EFRÎN