Bekir Ehmed Xelîl (50) ku ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê neçar ma bere xwe bide Şehbayê, ji zarokatiya xwe ve fêrî lêdana sazê bûye. Dema mezin bû çêkirina sazê fêr bû û niha jî dikaneke biçûk a sazê li Şehbayê vekiriye. Apê Bekir karê xwe yê çêkirina amûra sazê wekî gavek ji bo parastina çand û kevneşopiya gelê Kurd dibîne.
Ji darê zeytûnê saz
Bekir Ehmed Xelîl di sala 1969‘an de li gundê Goliya yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ji dayik bûye. Di 12 saliya xwe de fêrî lêdana sazê bûye.
Apê Bekir got: “Ez sazê ji textên darên zeytûn û tûyan çêdikim. Piştî serkeftina tecrûbeya yekemîn ez pir kêfxweş bûm, vê serkeftinê hêz da min ku vê tecrûbeyê bidomînim. Niha di çêkirina sazê de bûme pisporekî baş.”
Apê Bekir beriya vê karî bike, pêlav çêdikirin û şifêrî dikir. Di sala 2008‘an de bi tawanên siyasî ji aliyê rêjîma Baasê ve hate girtin û 3 salan di girtîgehê de ma.
CAFER CAFO/ANHA/ŞEHBA