Hediye Ûsiv: Heke bi rastî jî rejîma Sûriyê îdîa dike ku xwedî biryara siyasî ye, naxwe divê berbiçav helwêstê diyar bike û were ji gelê Efrînê re bibêje, ‘Werin em bi hev re dawî li vê dagirkeriyê bînin.’
Endama rêveberiya Kongreya Star Hediye Ûsiv bal kişand ser dîwarê li Efrînê tê lêkirin û got, dewleta Tirk dixwaze Efrînê ji herêmê qut bike, tevlî xaka xwe bike û hebûna xwe lê rewa bike.
Hediye Ûsiv got, NATO û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) serê xwe li ber gef û şantajên dewleta Tirk tewandine, çavê xwe lê girtine ku hemû normên gerdûnî û mirovî binpê bike û dewleta Tirk a ku ji vê wêrek bûyî, bi terorê dagirkeriya xwe didomîne.
‘Dixwazin Efrînê tevî xaka xwe bikin’
Ûsiv li ser dagirkerina Efrînê bal kişand ser hevkariya Rûsya û Tirkiyeyê, got, vê hevkariyê bandora xwe li ser Sûriyê kiriye. Hediye Ûsiv got, Efrîn ji bo ku hêzên Sûriyê zêde bi pêş ve neçin, bi hevkariya Rûsya û Tirkiyeyê hatiye dagirkirin. Ûsiv diyar kir ku gelê Efrînê bi zorê ji ser xaka xwe hatiye derxistin, ev 14 meh in Efrîn dagir kiriye û dewleta Tirk polîtîkaya guherandina demografiyê bi cih tîne, polîtîkaya wê ya Tirkkirinê ye.
Ûsiv diyar kir ku dewleta Tirk bi Tirkmenên ku ji deverên din tîne, û bi mirovên din, bi avakirina nasnameya Tirk, dixwaze hebûna xwe wiha rewa bike û got, “Li ser sînorê Efrînê avakirina dîwêr jî têkiliya wê bi vê polîtîkayê re heye. Bi vî rengî tê xwestin ku Efrîn ji herêmê, ya rast ji tevahiya Sûriyê were qutkirin. Dixwazin Efrînê tevî axa xwe bikin. Bi vî rengî wê hebûna xwe rewa bikin û her wiha siberojê, dema ku di navbeyna netewayan de li Rojhilata Navîn peyman hatin danîn, bi destekî xurt li ser masê wê rûnin.”
Ji ber gefxwarina dewleta Tirk bê deng in
Li ser bêdengiya hêzên navneteweyî, Ûsiv got, “Tirkiye bi gelek rêbazên gefxwarinê, NATO û YE’yê bêdeng dike. Pisgirêka penaberan, baregehên NATO’yê yên li ser xaka xwe, her wiha pozîsyona xwe ya siyasî, aborî, dîplomatîk mîna amûreke gefxwarinê bi kar tîne. Li gel ku ji çeteyên ji 2014’an ve li ser xaka xwe xwedî dike li Sûriyê dide şerkirin jî. Bi vê tora terorê jî gefê dixwe. Ji ber vê li bara hemû kirinên Tirkiyê bêdengî heye.”
Ûsiv her wiha bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rojiya mirinê, destwerdana AKP’ê ya li hilbijartinên cihî û got, heman hêz dîsa jî bêdeng in.
Ûsiv diyar kir ku Tirkiye ji krîzên navbeyna Rûsya û Emerîkayê, Îran û Rûsya, û Rûsya û Israîlê, sûdê werdigire, bi dagirkirina Cerablûs, Ezaz, Idlibê; li Efrînê jî ku lê dagirker e, dîwaran lêdike: “Ji kaosa heyî wê sûd werbigire û hebûna xwe rewa bike, û piştre jî vê bidomîne. Siyaseta dewleta Tirk ev e.”
Rûsya û rejîm xwe li kerriyê datînin
Ûsiv got, Rûsya, Îran û rejîma Sûriyê li bara hemû kirinên dewleta Tirk bêdeng mane, dewleta Tirk dema ku dîwar lêdikir, şandeyên Rûs diçûn û dihatin Efrînê, her roj bi helîkoptêran, bi kontrola wan û bi ewlehiya wan şandeyên Rûs li Efrînê civîn datanîn û hev didîtin.
Ûsiv bi domdarî got, “Ev pir zelal e; Rûsya û rejîma Sûriyê hay ji van tiştan hemûyan ku dibin, hene, lê xwe bêdeng dikin. Raya giştî ya naveteweyî jî, divê li vê bêdengiyê bifikire û bifikire bê ka ev bêdengî di ber çi de ye.”
Berxwedana Efrînê heq e
Ji rêveberiya Kongra Star, Hediye Ûsiv got, gel li dijî bêdengiya navneteweyî helwêst û berxwedaneke milîtanî daniye holê, gel ti caran wê rewşê qebûl nake û got, “Ji ber helwêsta gelê me ya li dijî hemû kirinên dewleta Tirk, van çend rojên dawî Rûsya ji dewleta Tirk re dibêje, ‘te negote min, ez dîwêr lêdikim’. Li ser navê Rûsyayê, rayedarên Rûs û Serokê Rûsya dibêjin, hevkariya ku bi Tirkiyeyê re kirine bi wê çarçoveyê bûn ku ev qad ji rejîma Sûriyê re werin hiştin, û divê dewleta Tirk li van qadan desthilata xwe ava neke. Dîsa berdevkê NY’yê yê Sûriyê Beşar Caferî got, ‘Dagirkeriya dewleta Tirk sê caran li dagirkeriya Israîlê ye. Xaka me ya ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, sê caran li wan xakên me ye ku Israîlê dagir kiriye. Tirkiye çar caran bêhtir li Israîlê dijminatiya gelên Sûriyê dike. Tirkiye kana terorê ye.’ Ji ber ku gelên Sûriyê jî vê qebûl nakin. Dibêjine wan, ‘Tu tim behsa yekbûna xaka Sûriyê dikî, lê li ber çavê te dîwar têne lêkirin, Sûriye parçe dibe, naxwe berxwedana gelê Efrînê rast e. Naxwe ew in yên ku yekbûna xakê diparêzin, ên ku ji bo hemû Sûriyê dixebitin.”
Divê dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bê anîn
Ûsiv herî dawî got, “Rûsya li gel hevalbendê xwe rejîma Sûriyê li dijî van tiştan ji bo formateke nû bidin, hin daxuyaniyan didin lê di pratîkê de tiştek tine. Heke bi rastî jî rejîma Sûriyê îdîa dike ku ew hikûmeteke wiha ye ku xwedî biryara siyasî ye, naxwe divê berbiçav helwêstê diyar bike û were ji gelê Efrînê re bibêje, ‘Werin em bi hev re dawî li vê dagirkeriyê bînin.’
Ûsiv her wiha got, divê raya giştî ya herêmê, raya giştî ya navneteweyî li bara vê pirsgirêkê bibin xwedî helwêsteke rasteqîn û Tirkiye ji deverên ku dagir kiriye, were derxistin.”