Efrîn hostekarên govendê digihîne

Haberleri —

Akademiya Çand û Huner a Şehîd Şakir, dewreya perwerdeya govendê bi dawî kir. Akademiya Şehîd Şakir a Çand û Hûner a Kantona Efrînê, ev dewre bi navê Şehîd Perwîn, 26ʹê meha derbasbûyî, da destpêkirin. 30 ciwan di dewreyê de hatin perwedekirin. Di dewreyê de ku 12 rojan dewam kir, dersên li ser çand û huner, her wiha li ser hunerê govendê û dîroka wê hat dayîn. Şehîd Perwîn a ku dewre bi navê wê hatiye vekirin, Endama Koma Amed a govendê ya bajarê Helebê bû û sala 1998ʹan li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû. Dewre bi şahiyekê bi dawî bû, bi beşdarbûna dehan şêniyan. Di şahiyê de dîlanên herêmî hatin pêşkêşkirin, her wiha zarokê bi navê Sikrîxelo dîlanek pêşkêş kir.   Şahî bi dîlanan bi dawî bû. 


 EFRÎN


paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.