“Destpêkê gotin, tiştek bi Efrînê nehatiye. Em piştre li Efrînê vegeriyan. Lê belê dema ku em vegeriyan, me dît ku rewş ne weke hatiye gotin e. Efrîn gelekî bedew e, lê ketiye destê guran. Efrîn kirine dojeh.”

 

MÛHAMMED HISÊN/ ANF / ŞEHBA

Gelek malbatên Kurd piştî Efrîn hat dagirkirin, terka bajarê xwe kir. Hinek ji wan, ji bo mal û zeviyên wan neyên desteserkirin, piştî dagirkirinê vegeriyan Efrînê. Lê ji ber zilm û zordariya eskerên Tirk û çeteyên wê, cara duyemîn mecbûr man cihê bav û kalên xwe biterikînin. Malbata H.M. jî yek ji wan malbatan e ku piştî hat Şehbayê vegeriya Efrînê.

Malbata H.M. ji ber tirsa dewleta Tirk û çeteyên wê zirarê nede merivên wan ên li Efrînê, naxwazin nav û paşnavên wan eşkere bêne nivîsandin, û sûretên wan bên weşandin. Vê malbatê ji me re qala jiyana Efrînê kir bê ka çendî zehmet e jiyana di bin nîrê dagirkeriyê de.     

Tiştê hatî gotin û dîtin

H.M. dibêje, piştî ku Efrîn hate dagirkirin, hin kesan got, li Efrînê rewşeke mirov pê bitirse nîne, ew jî bi wan xapiyane û vegeriyane Efrînê. Lê belê tişta hatî gotin û ya hatî dîtin wekhev nebûye.

Efrîn kirine dojeh

H.M. û malbata xwe piştî ku Efrîn dikeve destê dagirkeran, berê xwe didin Şehbayê. Li wir 2 mehan dimînin û dixwazin dîsa vegerin Efrîna xwe: “Destpêkê gotin, tiştek bi Efrînê nehatiye. Em piştre li Efrînê vegeriyan. Lê belê dema ku em vegeriyan, me dît ku rewş ne weke ku hatiye gotin e. Efrîn gelekî bedew e, lê ketiye destê guran. Efrîn kirine dojeh.”

Dijmin bê wijdan e

Her wiha H.M. dibêje li Efrînê sîxûr gelek in û wiha pê de diçe: ”Ne diyar e bê kî kê dikuje. Dijmin bê wijdan e. Dikevin nava malan, diziyê dikin. Mirovên bê guneh digirin. Hev dikujin. Her êvarê dikevin nava malan û mirovan direvînin. Her şev herî kêm 5-10 kesan dibin. Êdî nedibû û me got, ‘mal, milk diçin bila biçin. Li cihê ku jiyana mirovan ne ewle be, wateya mal nîne’ û em derketin.”

15 rojan carekê tên

H.M. dibêje, piştî ku vegeriyan Efrînê 15-20 rojan kesî dest neda wan û wiha diaxive: “15-20 rojan disekinin. Piştre rûyê xwe dinixumînin û dikevin nava malan. Jixwe, her tişt piştre dest pê dike. 15 rojan carekê tên. Tişta ku ji me re hate gotin û tişta ku me bi çavên xwe dît, ji hev gelekî cuda ye. Rewşa me ya li Şehbayê gelekî baştir bû.

Agir berdane derdora Efrînê. Darên zeytûnan difiroşin. Mal û milkên gel di nava xwe de parve dikin. Dema ku xwediyê malekê diçe cem wan û mala xwe dixwaze, nadin. Dibêjin, ‘Biçin gilî bikin’. Em ê giliyê kê li cem kê bikin? Li cem Tirkan, li cem çeteyan? Em bê çare bêdeng dimînin.”

Çete hevdu jî dikujin

Hevsera H.M., K.H jî diyar dike ku ji bo xwedî li mala xwe derkevin ew vegeriyan Efrînê û wiha dipeyive, “Çete zarokên biçûk jî direvînin, fîdyeyê di berdêla wan de dixwazin û dema ku fîdye nayê dayin, ew nizanin bê çi tînin serê zarokan. Jin timî di malê de ne. Dema ku derdikevin derve, nîv saetê, saetekê nikarin li derve bisekinin. Ditirsin. Zarokan direvînin. Du caran hewl dan kurê min birevînin. Kurê min ji wan reviya û kete hundir. Bi vî rengî xwe ji nava lepên wan rizgar kir. Li wê derê 5-6 zarok revandin. Zarokan direvînin û pereyan ji malbatên wan dixwazin. Em nizanin bê dema pere nayê dayin çi bi wan zarokan dikin. Em nizanin bê wan dikujin an jî dibin cihekî din. Lê belê zarokan venagerînin. Li her derê çete hene. Bi giranî ji Xûtayê hatine. Çete hevdu jî dikujin. Ji bo salona dawetê ya li Efrînê du komên çete bi hev ketin, ji hev kuştin.”

Timî guleyan berdidin

Ji zarokên malbatê M. jî wiha çavderî û şahidiya dagirkeriya Efrînê kiriye: ”Li Efrînê gelek çete hene. Timî guleyan berdidin. Em gelekî tirsiyan. Du caran hewl dan min birevînin. Ez jî ji nava lepên wan reviyan û min xwe rizgar kir.

Me nikarîbû li derve bilîzin. Dema ku fîşek diteqandin em diketin hundir. Em ditirsiyan ku li me bikevin. Em dixwazin vegerin Efrînê. Lê belê çete li wir hene. Em ji çeteyan ditirsin. Bombe diavêtin, hawan li dora me diketin. Dema ku balafiran bombe dibarandin, min xwe li quncikeke malê vedişart û guhê xwe digirt ji bo netirsim. Em niha hatin Şehbayê. Ez li vir rehet im.”

Du dagiker hatin kuştin

Odeya Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan çalakiyek li dijî 2 çeteyên Feyleq El-Şam yê girêdayî artêşa Tirk, li gundê Dêr Belût ê navçeya Cindirêsê pêk anîne û du çete kuştine.

Odeya Çalakiyên a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re diyar kir ku di encama çalakiyeke hêzên wan de çeteyê bi navê Xalid El-Hayik ê ji gundê El-Zekat ê gundewarên bakurê Hemayê û Ehmed Xetab ê ji gundê El-Hiwêz ê Sehil El-Xab hatin kuştin.

Odeyê destnîşan kir ku dema her du çete ji bajarê Efrînê derdiketin yekîneyên wan li gundê Dêr Belût kemîn ji wan re danî û di encama wê de her du çete hatin kuştin. Odeyê destnîşan kir ku her du çeteyan malên welatiyan talan kirine û êşkence li gelek sivîlan kirine.

Efrînê sebrê bikişîne, tolhildan tê

Daxuyaniyê de Odeya Xezeba Zeytûnê bi vî rengî ye: “Em wek yekîneyên Odeya Xezeba Zeytûnê ji hemû komên çekdar ên ku axa Efrînê ya pîroz dagir kirine ku ji xaka pîroz a zeytûnê di zûtirîn demê de derkevin. Ji ber ku heger hûn dernekevin, hûn ê ji yekîneyên me re bibin hedef.

Çalakiyên me li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî berfireh li hemû Efrînê didomin. Bila hemû komên çekdar li Efrînê, hemû kesên ku alîkariya Tirkiyeyê di dagirkirina Efrînê kirî û kiriyarên hovane li hemberî sivîlan pêk anîn, zanibin ku ew ê ji yekîneyên me re bibin hedef wekî ku em niha dikin. Efrînê sebrê bikişîne, tolhildan tê.”

 

EFRÎN