Akademiya Şehîd Ferzat Kemanger a Ziman û Wêjeya Kurd pêr dewreya bi navê Şehîd Ekîn ku 53 rojan dom kir, bi dawî kir.
Di dewreyê de waneyên bîrdozî û wêjeyî yên wekî “Şerê taybet, dîroka jin, dîroka zimanê Kurdî, Wêjeya Kurdî, Jiyana Azad, Jineolojî û Netewa Demokratîk” hatin dayîn. Merasîma bidawîkirina dewreyê bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir. Piştre Rêvebera Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Ronahî Îbo bi dawî kirina dewreyê li mamosteyan pîroz kir.
Di merasîmê de Rêveberê Akademiya Şehîd Ferzad Kemanger Fewaz Reşo axivî û diyar kir ku armanc ji vê perwerdeyê têgihiştin û bipêşxistina hizrî, zanistî, wêjeyî ye. Her wiha Raşo hêvî kir ku mamosteyên ku dewreya xwe bi dawî kirine, bibin bingehê avakirina sîstemeke perwerdeyê ji bo zarokên Kantona Efrînê.
Piştî axaftinan bawername ji aliyê Rêveberên Akademiyê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li mamosteyan hatin belavkirin. Şahî bi gotina helbestan û pêşkêşkirina şanoyê ji aliyê mamosteyan ve bi dawî bû.
EFRÎN