Aldar Xelîl: “Dewleta Tirk li pêş çavên dinyayê demografiya Efrînê diguherîne, li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dike. Em jî ji aliyê siyasî, dîplomatîk, aborî û rêxistinî ve dixebitin. Efrîn wê li gelê xwe vegere.”

 

MAXÎME AZADÎ /ALÎ GULER / ANF/BRUKSEL

Berpirsyarê Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl der barê dagirkirina Efrînê, gefa DAÎŞ’ê, hewldanên çareseriyê û meselaya herêmên ewle de peyivî.

Xelîl di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dagirkeriya li Efrînê û got, “Dewleta Tirk Efrîn dagir kir, lê ti carî nikare îradeya gel û berxwedêrên Efrînê bi dest bixe. Em piştrast in ku Efrîn wê rizgar bibe. Armanca me, kar û planên me hemû ji bo vê yekê ne. Hevdîtinên dîplomatîk, kar û amadekariyên me hemû ji bo rizgariya Efrînê ye. Em ê bi ser bikevin. Dijmin çi dike bila bike, Efrîn wê li gelê xwe vegere. Dewleta Tirk li pêş çavên dinyayê demografiya Efrînê diguherîne, li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dike. Tevî sûcê dagirkeriyê niha jî sûcê li dijî mirovahiyê dike. Ji ber vê yekê ji roja destpêkirina êrişan û vir ve em bi rê û rêbazên cuda li ber xwe didin. Du mehan berxwedaneke bêhempa hate dayin. Piştre li Şehbayê gelê me yê Efrînê dest bi berxwedanê kir. Di nava şert û mercên gelekî giran de li ber xwe dide. Em jî ji aliyê siyasî, dîplomatîk, aborî û rêxistinî ve dixebitin.”

DAÎŞ barekî giran e, gefek e

Aldar Xelîl li ser mijara girtiyên DAÎŞ‘î jî got, “Barekî giran e ji bo rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hejmara wan gelekî zêde ye û gefê dixwin. Xwedî zîhniyeteke metirsîdar e. Ji ber vê yekê di rojeva her kesî de ne. Welatên wan nehatin, ew nebirin. Me pêşniyar li Neteweyên Yekbûyî, li hêzên navneteweyî kir ku dadgehek bê avakirin û DAÎŞ‘î lê bên darizandin. Yên piştgiriya wan kirine, yên endamên wan e, di asta dewletî de bên eşkerekirin. DAÎŞ çawa derkete holê, çawa sûc kir, encamên çawa derxist holê, ev hemû divê werin eşkerekirin. Tevî vê yekê divê DAÎŞ’î hesabê sûcên ku kirine bidin.”

Hemû hewildan li hewa man

Aldar Xelîl der barê hevdîtinên Cenevre û Astana de jî got, “Hevdîtinên Cenevreyê jixwe tevizîn. Destpêkê muxalefet li nava Sûriyeyê û li derveyî wê bi bandor bû. Lê niha rewşeke wiha nîne. Hêza xwe hemû winda kirin. Ti bandora xwe li nava Sûriyeyê nema. Ji ber vê yekê rejîm wan cidî nagre û bi wan re rûnanê. Dewleta Tirk heta deverekê piştgirî dida wan, bajarên di destê wan de bûn diparast. Lê Tirkiyeyê jî ew firot. Destê xwe ji Xûta, Hûms, Hama, Helebê vekişand û herî dawî ji Îdlibê vedikişîne. Bêhêş bûn. Cenevre bi vî rengî tevizî. Astana jî di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de bû. Bi operasyona Îdlibê re ew jî bê bandor bû. Êdî pêvajoya Astana jî nema ye. Her çend Rûsya hevdîtinan pêk bîne jî hevdîtin şeklî ne. Me ji destpêkê ve got, wê baş be ku hevdîtin di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de pêk werin. Niha jî jinûve zindîbûna Cenevreyê bi tevlîbûna me dibe. Ji ber ku hêzên din lawaz bûne, em dikarin rewşê bînin ziman.”

Hevdîtinên bi rejîmê re rawestiyan

Li ser hevdîtinên bi rejîmê re jî Xelîl got, “Weke çareseriyeke din, bi navbeynkariya aliyekî sêyemîn em dikarin bi rejîmê re der barê çareseriyê de biaxivin. Hin hewldan hebûn. Lê belê rejîma Şamê qebûl nekir. Hevdîtinên heyî jî rawestand. Şert û mercên pêwîst ên ji bo diyalogê ji holê rakirin. Di rewşa heyî de hevdîtin nîne. Lê belê em dixwazin vê bêjin; divê her kes zanibe em amade ne bi aktorên bi bandor ên ku li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî û aştiyane pêşkêş bikin re diyalogê û hevdîtinên ji bo çareseriyê bikin.”

Fikrê herêma ewle şênber nebû

Aldar Xelîl di dawî de herêmên ewle jî nirxand û got, “Herêma ewle hate rojevê. Niha jî di rojeva hêzên navneteweyî, Tirkan, Emerîkiyan û hêzên koalîsyonê de ye. Di vê mijarê de hevdîtinan bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dikin. Der barê mijarê de çend civîn pêk hatin. Lê belê hîn encamek jê derneketiye. Rewşeke şênber nîne. Bû rojev, lê li ser çawaniya pêkhatina projeyê tifaqek pêk nehat. Hewldan hîn jî didomin. DYE dixwaze di serî de welatên Ewropayê welatên di nava koalîsyonê de ne bike hevparê vê mijarê. Hewl dide hin tiştan bi Tirkiyeyê bide qebûlkirin. Bi rengê ku wê ne di kontrola Tirkiyeyê de be û bi muxatebiya navneteweyî be, derdikeve pêş. Şertên me hene ku me pêşkêşî wan kirin; hin mijar bi meseleya Efrînê ve girêdayî ne, hin mijar bi cihnegirtina Tirkan di nava projeyê de girêdayî ne, hinek jî der barê hêzên li ser sînor bin. Lê belê hîn di vê mijarê de tifaqek pêk nehatiye. Ji bo şênber bibe pêwîstî bi hîn bêhtir demê heye.”