
Ji destpêka aloziya Sûriyê ve rewşa aborî li deverên şer û pevçûnan têk çû, di vî alî de ji ber rewşa aram li herêma Efrînê gelek çalakî û projeyên aborî pêk hatin û niha di vî alî de bi awayekî lezgîn pêş dikeve.
Di vê dema dawî de kargehên dirûtên û çêkirina cil û bergan û li gorî dema borî gelekî pêş dikeve. Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê li herêma Efrînê 4 karsazên çêkirina û firotina çil û bergan hebûn, niha hejmara van karsazan 300 derbas kiriye.
Li herêma Efrînê karkerên dirûtinê gelekî peyda dibin û bi alîkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêmê bingeheke xurt ji bo razemenîkirinê peyda bûye.
Li herêmê ji ber pêşketina rewşa aborî gelek pîşeyên nû derketin ku beriya niha li herêmê nedihatin naskirin. Wekî fabrîkeyên boyaxkirina caw (35 fabrîke), çênkirina caw (22 kargeh), çapkirina wêneyan li ser caw (20 çapxane), bazirganên caw (32 bazirgan), fabrîkeyên mezin ên kelpîçan (8 fabrîke), fabrîkeyên kilînêxsan, fabrîkeyên pilastîk û amûnên metbaxê, fabrîkeya çêps, fabrîkeya dermanên paqijiyê, fabrîkeya çapkirina tûrên pilastîk, fabrîkeya pêlavan û ...hwd.
Her wiha li gel pêşeyên kevnar yên wekî çêkirina xawîlan, fabrîkeyên bêrînê (bermahiyên zeytûnan 14 fabrîke), fabrîkeyên çêkirina sabûnê (7 fabrîke), fabrîkeyên komirê (5 fabrîke), kargehên birîna keviran (17 kargeh), aş û fabrîkeyên çêkirina zeyta zêtûnan (nêzî 300 meesere) kargehên hilkirina zinar û keviran (7 kargeh) ... hwd.
Li aliyekî din çandinî li herêma Efrînê bingeha aboriyê ye û jêdera aborî ya sereke û bingehîn ji bo welatiyên herêmê ye ku ji sedî 70 ji welatiyan debara xwe ji çandiniyê werdigirin. Ji ber dewlemendiya axa herêmê gelek cureyên çandiniyê tên çandin û bi ser dikevin.
Derbarê berhemên binerd li herêma Efrînê û li gorî lêkolîneran li navçeya Reco bêtirî 60 milyon ton hesin heye û ji sedî 45 ji hesinê hatiye derxistin gelekî paqij e. her wiha mermerê Reco jî gelekî baş û navdar e.
Hêjayî gotinê ye, xwediyên projeyên aborî li herêmê banga ciwan û karkeran ên ku koçber bûne, dikin ku bila vegerin malên xwe û herêma xwe pêş bixin.
TÎRAST CÛDÎ/ANHA/EFRÎN