Li Rojava piştî îlankirna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Cizîrê û Kobaniyê Kantona Efrînê jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îlan kir. Ji bo Seroka Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê ya ku rola Serokwezîr dilîze Hêvî Îbrahîm Mistefa hat hilbijartin. Yekemîn Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi dengê pêbaweriyê dest bi xebatê xwe kir.

Li Rojava piştî îlankirna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonên Cizîrê û Kobaniyê 3emîn Kantona Efrînê jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îlankir. Kantona dawî ji aliyê serokek jin ve dê bê rêvebirin. Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê doh di saetên sibê de kom bûn. Civîna ku bi rêzdariyê dest pêkirde Serokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hêvî Îbrahîm Mistefa axaftinek kir ku beşdarvan silavkir. Di civîna Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê de, rêveberiya kantonê, hate îlankirin. Ji bo Serokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê ya ku rola Serokwezîr dilîze Hêvî Îbrahîm Mistefa hat hilbijartin. Yekemîn Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi dengê pêbaweriyê dest bi xebatê xwe kir. Di civînê de Serokê Meclîsa Rêveber, du alîkarên wî û 22 wezîran jî sond xwarin.

Berê jî du kantonan xweseriya xwe avakirin

Li Rojava ji wan sê kantonên ku hatine avakirin yek jê Kantona Cizîrêye, Kantona Cizîrêyê di 21’ê Çileya 2014’an de rêveberiya xweseriya demokratîk îlankirbûn. Kantona Cizîrê ya ku bi sê zimanê fermî ji yek serok û 22 desteya wezîran erkdarkiribûn. Konatona Cizîrê meclîsek ji 101 kesî pêkdihatin ya demî avakirbû. Li piştî îlankirina rêveberiya xweseriya demokratîk a Kantona Cizîrê di 27’ê Çileda Kantona Kobaniyê rêveberiya xweseriya demokratîk îlan kir. Ji bo serokê Kantona Kobaniyê Enwer Mislim wek serokwezîr hat hilbijartin û desteya weziran a ji 22 kesan pêkhat hat erkdarkirin. Dê her sê kanton jî dinava 4 mehan de biçin hilbijartinê. Divê parlementoyên xwe nû bikin.
Li piştî ku Kantonên Cîzîrê û Kobaniyê rêveberiyên xweseriya demokratîk îlankirin li Rojava û Bakurê Kurdistanê gel daketibûn kolana û di nava coş û peroşê de xweseriyên demokratîk pîroz kiribûn.

Desteya Wezîran a Kantona Efrînê


Rêveberên Xweseriya Demokatîk a Kantona Efrînê ev in:
Seroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê
(Serokwezîr) : Hêvî Îbrahîm Mistefa
Cîgirê Serokwezîr: Remzî Şêxmûs
Cîgirê Serokwezîr: Ebdil Hemîd Mistefa
Wezîrê Têkiliyên Derve: Silêman Ceefer
Wezîrê Parastinê: Ebdo Îbrahîm
Wezîrê Karên Hundirîn: Parêzer Hesen Beyrem
Wezîra Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan/
Komîtiya Plankirin û Jimartinê: Dr. Nûrşan Hisên
Wezîra Maliye:  Remezan Elî
Wezîra Karûbarên Xebat û Karên Civakî: Erîfe Bekir
Wezîrê Perwerdeyê: Dr. Riyaz Menle Mehemed
Wezîrê Çandiniyê: Eyûb Mihemed
Wezîrê Tenduristiyê: Dr. Xelîl Şêx Hesen
Wezîrê Bazirganî û Aboriyê: Dr. Ehmed Yûsif
Wezîrê Malbatên Şehîdan: Ebdilhenan Şêxo
Wezîra Çandê: Hêvîn Şêxo
Wezîrê Veguhestinê: Welîd Selame
Wezîrê Ciwan û Werzîşê: Fazil Robcî
Wezîrê Tûrîstîk û Şûnwariyê: Reşîd Ehmed
Wezîrê Karûbarên Olî: Mihemed Hemîd Qasim
Wezîra Karûbarên Jin û Malbatê: Fatme Lekto
Wezîrê Mafên Mirovan: Dr. Xelîl Sîno
Wezîrê Çavdêriyê: Etûf Ebdo
Wezîra Enformasyonê: Ebdil Rehman Selman
Wezîrê Dadê: Seîd Esmet Xûbarî
Wezîrê Enerjiyê: Kamîran Ehmed Şefîi Bilal

 EFRÎN