EHMED REŞÎD / ANHA / HELEB

Xelkê Efrînê li ku be, li wir jiyanê xweş û rengîn dike. Malbateke Efrînî ku ji ber zilma dewleta Tirk ji Efrînê koçî Helebê kiriye, karê xwe yê çandiniya şitilên darên zeytûnê, dewam dike. Malbata ku ji gundê Kefer Sefrê ya Efrînê ye, li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, şitilên darên zeytûnê datîne. Piştî hatina Helebê, ferdên malbatê pêşî bê kar man û paşê wan biryar da ku li wir jî karê xwe dewam bikin. Ferdên malbatê bi hêviya vegera Efrînê ne û dibêjin, Efrîn wê di demeke nêz de rizgar bibe û ew ê tevî şitilên xwe vegerin.

Dayika bi navê Cîhan Berazî, li ser mijarê got, “Ji ber rewşeke şer bi ser me de hat, em mecbûrî koçberiyê bûn û li bajarê Helebê bi cih bûn. Em li vir karê xwe dewam dikin. Çi qas ew darên me li Efrînê qut bikin û bişewitînin jî em ê bi hezaran daran li şûna wan biçînin.”

Em karê xwe li vir jî dewam dikin

Bêrem Mihemed jî got, “Em koçberî Helebê bûn. Demekê em bê kar man, piştî wê tevî hevalên xwe, me got, ka em karê xwe yê li Efrînê li vir jî bikin û me dest bi çandina darên zeytûnê kir.”