Meşa zarokan ji Qada Newrozê saet di 16.00’an de dest pê kir û berê xwe dan daristana taxa Mehmûdiyê. Zarokan di meşa xwe de durişmeyên taybet bi zarokan û berxwedana zarokên cîhanê û kurdan li dijî zulma li ser wan qîriyan. Her wiha zarokan gelek pankartên ku gunehbûna zarokan diyar dikin û banga parastina mafê zarokan dikin rakiribûn. Her wiha wêneyên zarokên ku li gelek deverên Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn rakirin. Piştî ku girseya zarokan gihîşte daristanê li vir şahiyek hate lidarxistin. şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir piştre ji aliyê koma dibistana taybet a Kulîlkên Efrînê, koma Engîzek û koma Kulîlkên Jiyanê stran hatin gotin. Her wiha koma Şehîd Mezlûm û koma Şehîd Çekdar hin dîmenên dîlanê pêşkêş kirin. Dîmena dawî di şahiyê de ya koma Engîzek bû ku şanoyek bi navê “Kevokên Kurdistanê” pêşkêş kir. Navaroka şanoyê derbarê tundiya li dijî zarokan li seranserî Kurdistanê bû. Hêjayî gotinê ye, hêzên Asayîşa Jinan çavdêriya meşê dikir û alîkariya zarokan di şahiyê de dikirin. 

ANHA/EFRÎN