Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirov li Rojhilatê Kurdistanê Efsane Bayezîdî girtiyeka siyasî û xwendekara Kurde, beriya niha hatibû girtin û daxwaza çar sal yê girtigehê jê re hatibû dayîn, niha  li Girtîgeha Kirman li başûrêrojhilatê Îranê tê girtin.  Yek ji girtiyên girtîgeha Kirman bi telefonê peywendî li gel Rêxistina Mafê Mirov li Rojhilatê Kurdistanê kiriye û got;” Ev du hefteye sistema germkirina girtîgehê kar nake. Ji bo vê rewşê girtiyan çalakî li dar xist û Efsane Bayezîdî dirûşmê ‘Ji dîktaror û Komara Îslamî re na’ gotin û piştre ji aliyên hêzên ewlehiyê ve êrîş hat kirin li ser wan.” 


 TEHRAN