Bijîşkeke Hindistanî îdîa dike ku metneke Ayurvedîk (tiba ji rêûresmê ya Hindistanî) behsa vîruseke dişibe vîrusa korona ya roja me ya îro dike. Yanî hîna krîza koronayê li dinyayê dewam dike, efsaneyên wê peyda bûn jî. Ev bijiîşka hanê Smîta Naram e; ew damezrênerê dermankirina Ayuşaktî Ayurvedîk e. Wê di vê çarçoveyê de tam împaretoriyeke nexweşxaneyan jî damezrandiye û îdîa dike ku wê bi rêbaza xwe heta niha bêhtirî milyonek mirovên ji 108 welatan derman kirine; nexweşiyên derman kirine jî xebero, ji astim, artrîtîs, nexweşiya şekir, heta bi stress, qelewbûna zêdeyî hed û stewrbûnê diçin. Ew dermankirina xwe weke “dermankirinên detoksîkkirina pançakarma”, planên diyetê yên li gorî nexweş tên amadekirin û giyayên derman pêk tîne. Niha jî ev bijîşkê hanê îdîa dike ku di metnên 5 hezar salî yên Ayurvedîk (di Çarak Samhîta de) de kite bi kite behsa vegireke (muhtemele ku vîrusek be) tê kirin ku gelekî dişibe vîrusa koronayê. Ya rastî di beşa vê metnê ya bi navê “Krîmî” de behsa nexweşiyeke bi navê “Maha Sukşinma” tê kirin û behsa wê tê kirin, ka mirov çawa pêşiyê li belavbûna wê bigire. Gelo çima Smîta Naram yeqîn dike ku ev nexweşî ya koronayê be, lew bi sedan metnên behsa nexwe, siyên vegir dikin li dinyayê hene? Ew vê yekê wiha rave dike: Di metnê de tê gotin, nexweşî li cegeran û sîstema bêhnstendinê dixe, û bi sîmptomên klasîk en di metnan de jî hev digirin bi yên vîrusa koronayê re; zexta xwînê ya dijwar, bêhnçikîn û kuxik. Metn wekî din dibêjin nexweşî kesa 7ê nexweş heta bi mirinê jî dibe. Êdî ka Smîta Naram bi rastî yeqîn dike metnên 5 hezar salî behsa vîrusa korona dikin, yan ew dixwaze reklama nexweşxaneyên xwe bike, em ê nizanibin, lê va ye ji bo siberojê efsaneyên vîrusa koronayê ji niha ve çêdibin. NAVENDA NÛÇEYAN