Biryara efuya giştî ya ji aliye Meclîsa Çêkirin a Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demkî ve di 31’ê Kanûnê de hate dayîn, ji aliyê siyasetmedaran ve bi erênî hate pêşwazîkirin û wekî “Ev dê baweriya gel a li hemberî rêveberiyê xurtir bike” hate nirxandin. Sekteterê Partiya Aşitî ya Demokrat a Kurdên li Sûriyê Tala Mihemed û Sekreterê Partiya Çep a Kurdên li Sûryê Salih Gedo biryara efûya giştî ya Meclîsa Çêkirina Qanûnan nirxandin.


Wê bandorek baş bike

Tala Mihemed destnîşan kir ku bi biraya efûyê Meclîsa Çêkirina Qanûna ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demkî nîşan da ku xwedî wê hêzê û îradê ye ku dikare biryarên giring bigire û pêk bîne. Mihemed wiha got: “Bêgûman ev îrada gel e, heta ev îrade li pişt me be em ê hemû daxwazên gelê xwe bigihîn asta biryaran û wan pêk bînin.” Mihemed diyar kir ku biryara efûya giştî wê ji aliyê erênî ve bandora xwe li ser gelê kurd û gelên herêmê bike û baweriya gel a li hemberî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xurtir bike.

Ev hêza rêveberiyê nîşan dide

Sektetêrê Partiya Çep a Kurdên li Sûryê Salih Gedo jî anî ziman ku biryara meclîsê ya efûya giştî rûpelek nû ya rengê xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demkî ye û wiha dom kir: “Biryara efûya giştî, biryarek cihê rêzdariyê ye û rûpelek nû ya asta xebatên Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demkî ye. Divê gelên herêmê bi nêrînek fireh li biryarê binêrin û pêşwazî bikin. Em hêvîdar in ku ev biryar di demek kurt de pêk bê.”

8 girtiyên din hatin berdan

Li aliyê din li Hesekê û Amûdê hêzên Asayîşê 8 girtiyên ku ketin ber biryara efûyê serbest berdan. Li Hesekê Dozgerê Dadgeha Gel a Hesekê li navenda Asayîşê biryara efûyê xwend û li gorî wê Asayîşa bajêr 6 girtiyên ku ji efûyê sûd girtin serbest berdan. Li Amûdê jî hêzên Asayîşê 2 girtiyên ketin berefûyê serbestberdan. Derbarê mijarê de Endamê Asayîşa Amûdê Mesûd Yûnis diyar kir ku 2 girtiyan ji biryara efûyê sûd wergirtin û serbest hatin berdan.

 ANHA/QAMIŞLO