Ji destpêka dîroka mirovahiyê û gihiştina Egîd, 3 pengavên ku tevahiya mirovahiyê elaqadar dikin hene. Promethause, Nuhê Kal û Kawayê Hesinker!... Çavkaniyên van pengavên Şoreşgerî Cografya Kurdistanê ye. Gelê Kurd jî, ji bo van lehengên Şoreşger efsane afirandine. Efsane cûreyekî peykeran e û di hişmendiya mirovahiyê de hatine neqiş kirin.
Peykerê Egîd, ku berî çend rojan li Licê, gundê Sîse, Gorîstana Şehîdan hate danîn jî, encama vegotina destanî û efsaneyî ye. Lê dewleta Tirk, weke her demê, bi awayekî bextreşî û telaqreşî êrîş kir û xwîn rijand. Efsanê jî bê xwîn çênabin. Fermandariya Egîd, ku bi gotina “efsaneyî” tê xemilandin di vê wateyê de ye. Pêxemberên ku ji çavkaniya Cografya Kurdistanê hatine xwedî kirin teva, ev efsane bi cûreyên cûda, di rengnameyên cûda û wek wersiyonên cûda vegotine. Hêza xwe ji efsaneyên Cografya Kurdistanê standine. Zerdesht, Birahîm, Musa, Isa, Manî, Muhammed, hinekî berhemên cografya Kurdistanê ne. Berhemên efsaneyên Pramethause, Nuhê Kal û Kawayê Hesinker in. Civaka îro, ku ji bo felsefeya jiyana azad û bi rûmet, jib o rêbazên demokratîk têkoşînê dike jî encama Pengava Egîd e.
Gelo, ji hewldana danîna peykerê şoreşgerê dîrokî Egîd, watedar û normaltir kiryarek heye?
Binêrin: Her çar pengavên şoreşgerî jî bi Xweda ve girêdayî ne. Xweda, tê wateya ji xweliya xwe afirandinê. Xwedî derketine li destiniya xwe ye û mina Nuhê Kal û Kawayê Hesinker parastina cewherî ye. Lewma agirê Kawayê Hesinker bûye roja nû, Newroz!.. Bûye felsefeya jiyana azad e û bi rûmet. Li dijî reşahiyê, ronahî ye. Di encamê de, gelê demokratîk û rêbazên demokratîk derketin holê.
Pengeva çaremîn ya Şoreşgerî ya Egîd jî, di heman wateyê de ye. Gelê Kurd Egîd û gerila wek Kawayên Hemdemî bi nav dikin. Vegotinên di vê derbarê de têne kirin jî, hunandina efsaneyên destanî ne. Êrîşa hêzên dewleta tirk, bêyî biryara serokwezîrê ku bûye serokkomar Tayyip Erdogan ne hate kirin. Bêyî wezîrê karên hundir û ewlekariyê ne hatiye kirin. Wezîrê Karên Hundir jî, yek ji berpirsiyarê pêvajoya çereseriya demokratîk e.
Dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, piştî pêvajoya çareseriya demokratîk, ku bi peyama Ocalan, di Newroza 2013an de, dest pê kir û vir ve; yek gav bi tenê ne avêtiye. Ji bilî êrîşan û gotinên yekparêzî tiştek ne kiriye. 14 ciwanên Kurd jî kuştine. Êrîşa Peykerê Egîd jî, zihniyeta dewleta Tirk û Desthilatdariya AKPê ya li hemberî pirsgirêka Kurd nîşan dide. Gelek kes û derdor dibêjin, „ne dema wê bû“, gelo kengî wê dema wê werê? Piştî têkoşîna 40 salî; hewqas berdêl û „defacto“ya li bakur, iradeya gelê Kurd li parlamena Tirkiyê, îradeya ku têlên sinorê Binxet û Serfetê rakirin, hêza ku korîdora ji Tilkoçer heta bi Şingalê vekir, gelo hê jî dem ne hatiye?
Kurd piştî hewqas dem, hewqas têkoşîn û berdêlên giranbiha, „dem hatiye, ne hatiye“ bi kesî re bazar nake. Ewê îradeya xwe deyne holê. Berê jî dewleta Tirk, kêlên şehîdan û mezinên Kurdan dişikandin û tahmmul nîşan ne dida. Gelo li serê Bagokê, Gorîstana Şehîdan peyker hebûn? Naaaa!...Gelê Kurd, bi danîna Peykerê Egîd gavek rast avêtiye. Aliyê ku şaşî kir dewlet û desthilatdariya Tirk e. Êrîşa dewleta Tirk ya li dijî Peykerê Egîd, zihniyeta çeteyên DAIŞê ye û li dijî nirx û pîroziyên gelê Kurd e. Kurd jî vê qebûl nakin.
Egîd, Promethause, Nûh û Kawayê Hesinkar
Di tevahiya dîroka mirovahiyê de lêgerîna azadiyê heye. Di vê pêvajoya demdirêj ya lêgerînê de, qonaxên dîrokî û mirovên dîrokî hene. Gelê Kurd van mirovên dîrokî, wek leheng û pêşeng binav dike. Nirxekî giranbiha û berdewamî jî dide wan. Gelê Kurd, ji bo leheng û pêşengên xwe destan nivîsî ne, çîrokên efsaneyî vegotine Di dîroka mirovahiyê de, cografya Kurdistanê jî, her dem, bûye çavkaniya leheng û pêşengên şoreşger. Yek ji van pengavên şorşegerî 15ê Tebaxê ye û fermandarê vê pengava dîrokî Egîd e.