Bilûrvanê Radyoya Êrîvanê Egîdê Cimo ku weke Mîrê Bilûrê yan jî Mîrê Qelenyê navdar bû, di 87 saliya xwe de li paytexta Ermenîstan Êrîvanê koça dawî kir.

Malbata Egîdê Cimo bi eslê xwe ji navçeya Wanê Qelqeliyê ye. Û Wê malbatê di wextê xwe de koçî Ermenîstanê kiriye. Sala 1932’yan Egîd li gundê Erdeşer a Ermenistanê hatiye dinê. Cimo yê di hunerê Kurdî de li cihanê bi bilûrvaniyê (li bilûra bi navê dûdik/tûtik/qelenye dixe) hate nasîn. Wî di dema 8 saliyê de dest bi karê muzîkê kiriye. Egîdê Cimo doh di 87 saliya xwe de Êrîvanê koça dawî kir.

 

NAVENDA NÛÇEYAN