Endama rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM´ê Îlham Ehmed, li ser civînên di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê MGRK û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKS´ê de diyar kir ku hevdîtin didomin û heta niha ENKS’ê di nava xwe de li hev nekirine. Ehmet wiha got: “Hinek mijaran hene, divê ENKS biryarên xwe li ser bide yan jî bersivekê bide me. Heta niha wan di nava xwe de li hevnekirine. Ew diçin civînan çêdikin û ji bo bigihin zelalbûnekê, dem derbas dibe. Pêwîst bû di civîna doh de hinek encaman derketibana, lê heta niha li ser hinek mijaran nêrînên me û wan nabûye yek. Ji bo wê jî divê despêkê ew di nava xwe de zelal bikin.”


Xurtkirina DBK’ê

Îlham Ehmed derbarê beşdarbûna kurdan a bi şandekî serbixwe ya kongreya Cenevre 2 de wiha got: “Tişta heta niha me di nava xwe de li ser lihevkirî, mijara çûna Cenevre ya bi şandekî serbixwe ye. Hêzên navneteweyî niha dibêjin, divê du şande hebin. Yek ji wan ya mûxalifet û ya din jî ya rejima Sûriyê. Mijara were destgirtin jî tenê pirsgirêka di navbera herdu aliyan de bê nîqaşkirin e, wekî din behsa pirsa kurd nayê kirin. Ji bo wê jî me got, divê şandeke serbixwe biçe û em dixwazin li ser navê Desteya Bilind a Kurd DBK biçin civînê. Ji bo ev deste bibe fermî û mûxatab were girtin. Lê tiştê ew beşdar nabin û rast nabînin, dibêjin bila ne bi navê DBK’ê be û bila bi navê kurdan be.”


Şanda biçe Cenevreyê
Li ser destnîşankirina kesên wê tevlî Cenvre 2 bibe jî Îlham Ehmed wiha got: “Ew dibêjin bila herdu encûmen di aliyê xwe de navan diyar bikin. Em jî dibêjin na, DBK heye û madem dibêjin, em çalak bikin û bi hev re xebatê bikin, hem wiha dibêjin û hem jî dibêjin na bila ne bi navê DBK’ê be. Hinek nakokî di vir de hene. Divê ew beşdarbûn bi navê DBK’ê be, ji bo vê jî ew niha di nava xwe de vê mijarê nîqaş dikin. Di nava wan de nakokî hene.”

Dikin pirsa Kurd neçe civînê

Îlham Ehmed diyar kir ku ger doza kurd di Cenevre 2 de neyê guftûgokirin, ew naçin civînê û wiha got: “Ger di kongreya Cenevre de doza kurdan neyê rojevê û nîqaşkirin, ji bo wê ew dikarin wekî kurd helwesta xwe diyar bikin û bêjin, em naçin civînê û me eleqedar nake. Çima? Ji ber ku civînek em di nav de beşdar bibin, pirsa min neyê nîqaşkirin û mafê min nebe; wê demê beşdarnebûna me çêtire. Ji bo ez nebim celladê xwe û derbarê xwe de biryarên şaş negirim. Bi kêmasî ez dikarim bêjim ev civîna çêbûyî, bêyî min çêbûye, biryarên tê de hatine wergirtin ne di berjewendiyê min de ye, û baweriyê bi vê civînê nakim. Ez dikarim bibim xwediyê helwestekî wisa.”

Cenevre 2 a bê Kurd

Li ser pirsa ‘Ger bi navê DBK’ê beşdarbûna kurdan çênebe, egera wê yekê heye hûn beşdarî kongreya Cenevre 2 nebin?’ Ehmed wiha got: “Belê, eger li ser vî navî çênebe beşdarbûn çênabe û fermiyeta wê dernakeve holê. Ya din jî tişta tê xuyakirin heta niha tişta tê axaftin kurdên di nava refên mûxalifetê de biçin civînê, nahêlin ew baxivin. Mafê axaftinê ji wan re nayê dayîn, bi nav wê bêjin vaye kurd jî di nava me de hebûn. Kurd jî beşdar bûne û yên bi navê kurdan beşdarbûne di civînê de hene. Tenê dixwazin bi şiklî beşdar bikin, ji bo wê lîstokek pir xirab di Cenevre de heye û dixwazin di serê kurdan de pêk bînin.”

Hatina El-Cerba ya Hewlêrê

Rêvebera TEV-DEM’ê behsa hatina serokê mûxalifeta Sûriyê Ehmed el-Cerba ya li Hewlêrê jî kir û wiha pê de çû: “Di dema lidarxistina civîna herdu encûmenan de, hatina Ehmed el-Cerba ya ji bo Hewlêrê û ji bo civînek taybet bi ENKS’ê re çêbike û wêneyê carek din kurd nabin yek, bidin cîhanê ye. Di vir de jî lîstokek hebû. Em vê hêvî dikin ku ENKS di zanabûna van lîstokan de be û bizanin ku dixwazin bi rêya wan van lîstokan bileyîzin. Em nabêjin ev li dijî PYD û MGRK’ê ye, ev lîstok li dijî tevayî kurdan e û di serî de li dijî ENKS’ê ye.”

Hêzeke din a leşkerî

Îlham Ehmed destnîşan kir ku ew ne li dijî Peymana Hewlêrê ya di navbera herdu encûmenan de hatî îmzekirin in û wiha got: “Lê bi şêwazê YPG ya MGRK’ê ye û pêwîste hêzekî leşkerî ya ENKS’ê jî çêbibe, ev mantiqekî şaş e. Nizanim asayîşa heyî bûye ya PYD’ê, divê asayîşekî cûda ya ENKS’ê hebe; ev bi xwe welat parçekirine. Hêz parçekirin û ji hev dûrxistine. Çawa di vîna siyasî de parçebûnek çêbû ku beşeke wê çû tevlî mûxalifeta Sûriyê bû û beşek jî li derve ma, bi vî awayî parçekirina nêrîna kurdî di pratîkê de hêza çêbûyî jî wê parçe bibe. Ji şirîkatiya vê yekê zêdetir, hêzek li ser erdê heye. Mafê her kesî heye tevlî YPG û asayîşê bibe, ev hêz ya tevahiya Rojavayê Kurdistanê ye".

Rêz nîşanî vîna gel bidin
Ji xwe rêveberiyek çêdibe û rê li ber hilbijartinan vedike. Di hilbijartinan de hêza kîjan partî û meclisê, kê bixwaze ligel kê rêkeftinê çêbike û tevlî hilbijartinan bibe, mafê wan heye. Em ji vê re jî amadene. Ango şîrîkatî û demokrasiya rast, ya em li ser daxivin û dixwazin bêxin pratîkê li ser vî bingehiye. Ev rêveberî hatiye ragihandin, lê hê temam nebûye.” Em razîne piştî hilbijartinan kî bixwaze vî welatî bi rêve bibe. Kî bi ser bikeve, em razîne û bi rêzdarî nêz dibin. Ji ber vîna gel e. Lê şêwazê hêzekî leşkerî heye bila ya min jî hebe, asayîşa te heye û bila ya min jî hebe û qezenca ji deriyan tê, emê bikin nîvî; bi rastî ev şerm e. Di piraniya malbatên me de pariyek nan nîne û di rewşekî hejar de dijîn, em wek kurd rûnin û bêjin li ser pereyê ji dergehê sînoran tê û li ser vê hesabê bikin, te çend qurûş birine û bila hinek ji min re jî bin, ev şermekî mezine di vê demê de bikeve rojevê.”


NÎHAT KAYA/MIHEMED TAHÎR/DÎHA/HEWLÊR