
Xebatên xweseriyê didomin
Ehmed bal kişand ser xebatên ji bo xweseriya demokratîk ên di sala 2013’an de hatin meşandin û anî ziman ku Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê di demek dîrokî, pirr nazik de bi hişmediya demokrasî, azadî, wekhevî, neteweyî tevgeriya û bi hesasiyeta parastina axê, îrade kirina gel tevgeriya û dikarî herêmê bi rêve bibe. Ehmed wiha got, ji bo demokrasiyê, îradekirina gel, beşdarkirina hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê, xebatên ji bo rêveberiya xweseriya demokratîk hatine destpêkirin û ev amadekarî ber bi dawiyê ve diçin. Li Rojavayê Kurdistanê li kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê rêveberiyeke xweser tê avakirin û ev rêveberî xwe dispêre pirrengî, demokrasî, azadî û pêşengiya jin û ciwanan.´
Bandora bermahiyên Baasê
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Îlham Ehmed axaftina xwe wiha domand: ´Bermahiyên zîhniyeta sîstema rejîma Baas a li ser siyaseta Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bi bandoriya hêzên derve gelekî derketiye pêş. Di demek ku diviyabû hêzên Kurdî yekîtiya xwe ava bikin de, vê zîhniyetê nehişt yekitî çê be. Ev zihniyet ku berjewendiyê xwe yên kesî û partîtî li pêşiya berjewendiyê gel digre, nebaşiyek pirr mezin li gelê Kurd kir. Dîsa ev kesan bi sedemên cûda xwe nedan ber berxwedanê û bi dijîtiya berxwedana gel xwestin rûyê xwe spî bikin. Ger îro serketin hebin, ev bi berxwedana gel û YPG pêk hat. Niha ev desketiyên li Rojavayê Kurdistan çêbûne, dihêle gelê Kurd wek aliyê sêyemîn xwe nîşan bide.”
Nirxên gel nayên parvekirin
Îlham Ehmed da xuyakirin ku di navbera wan û ENKS’ê de cudahiya zîhniyetê heye û got, “ENKS yan jî hin partiyên di nav de dibêjin emê xwe newestînin û emê bibin şîrîkê her tiştî. Li vir pirsgirêka herî mezin ew e ku şîrîkatiya ENKS’ê dixwaze li ser parkirina nirxên gel e. Em jî dibijên nirxên gel nayên parvekirin û xwediyê nirxan gel e. Yê fedekarî kir, yê têkoşîn kir ew ê birêve bibe. Li gel wê yên dixwazin di nava fedekarî cihê bigire ew jî di rêveberiyê dibe şîrîk. Zihniyeta parkirinê dibe sedem ku siyasta kurd nebe yek. Yê ku tê parkirin erk in. Erkên berpirsiyarî, xizmetên tên parkirin. Kî bixwaze xizmet bike, cihê wî heye. Lê kî bixwaze nirxên gel parve kirin, li dijî mirovahiyê sûc dike. “
Pêwîstî bi çi heye emê wê bikin
Îlham Ehmed derbarê civînên li Hewlêrê de jî wiha got; “Di civîna MGRK û ENKS’ê de me careke din diyar kirin Kurd yek in, dikarin bandorê li civîna Cenevre bikin. Dîsa me xwest em bi her kesê bidin nîşandan ku Kurd dikarin pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Em bangawaziya PKK û PDK’ê jî wek alîkarî dibînin. Pêwîstî bi çi heye emê wê bikin. Di civînên li Hewlêrê de carna berjewendiyên partîtiyê ji aliyên hin partiyên nav ENKSê de derketin pêş.”
Bivê DBK bi hêz bibe
Ehmed der barê nûnertiya gelên li Rojavayê Kurdistanê de ev nirxandin kir: “Desteya Bilind a Kurd dikarin di nava Desteyê de siyaseta xwe ya hevpar diyar bikin. Gelek sazî û komîteyên giridayî Desteya Bilind a Kurd bûn, wê êdî ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve bên rêvebirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rewabûna xwe ji gel digre û gelên herêmê çiqasa wê qebûl bike, dê ewqasî karibe nûnertiya gel bike. “
Artêşa azad êdî nîne
Ehmed got, “Hevsengiya herêmê hatiye guhertin û hêzên navneteweyî jî êdî ji guhertina rejîmê zêdetir, merkeza siyaseta xwe zivirandine El Qaîde. Ji ber wê jî rewşa siyasî jî diguhere. Êdî hêzeke bi navê Artêşa Azad li herêmên Rojavayê Kurdistan nemaye û yên bêjin Artêşa Azad heye, êdî ew ê bikeve şaştiyeke mezin. Komên li herêmên Kurdan şer dikin bi giştî yên El Qaîde ne. Ji ber wê jî berxwedana gelê Kurd li vir dike, ya nirxên xwe parastine. Yên wê berxwedanê reş bike, wê xwe reş bike. Ji ber wê jî em bawer nakin êdî şaştiyê wiha çê bibin û wê di helwestan de guhertin bibin, bi taybet yên Başûr de.”
Kurdan qebûl bikin
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Îlham Ehmed da xuyakirin ku hînê hin hêzên ji desketiyên Kurdan nerazîne siyasetek li gorî berjewendiyên xwe didin meşandin û got, “Aliyekî balkêşe hêzên dibêjin em PYD qebûl nakin, em nahêlin PYD’ê beşdarî civîna Cenevreyê bibe, di heman demê de dibêjin YPG’a ya bi ser PYD’ê, xebatên li ser erdê yên YPG’ê dimeşîne erênî dibînin. Di vir de nakokî heye. Ev hêzan heta dawî dixwazin me parçe bikin. DYA û Rûsya neçarin rastiya Kurdan qebûl bikin. Kurd li Sûriyê nûnertiya xeta sêyemîn dike ku Cenevre 1,2 jî heman siyasetê bingeh digre.“
AZÎZ KOYLUOGLÛ/ANF/QAMIŞLO