
Serokê Giştî yê PJAK’ê Hacî Ehmedî da zanîn ku ev du sal bû di navbera partiya wan û rejîmê de agirbest hebû û got: "Yek ji şertên agirbestê ev bû ku, hevalên me yên girtîgehê yên Kurd neyên darvekirin. Lê darvekirina her du hevalên me, dê pêvajoyê biguhere. Di vê mijarê de emê helwesta xwe dîsa diyar bikin. Ji roja ku Ruhanî hatiye desthilatdariyê heta niha zextên li ser gel zêde bûne. Ruhanî bi sozên ku mafê gel bide hat desthilatdariyê. Sozê guherînê da. Ji ber ku divê Îran êdî biguhere. Ruhanî ji ber dengê gelê ku dixwaze guherîn çêbibe girt. Lê mixabin ji meha tebaxê de zilm û zext gihiştiye asta herî jor."
Zextên mezin hene
Ehmedî da zanîn ku rêveberiya Ruhanî li der û hundir du stratejiyên cuda dimeşîne û got: “Tehran li pey lîstikên qirêje. Ruhanî ji ber faliyetên nukleera Îranê dixwaze bi hêzên Rojava re baş derbas bike. Wekê ku li aliyê çareseriyê ye, xwe dide nîşandan. Armanca Ruhanî eve ku bi cîhana Rojava re baş derbas bike û ambargoya bi salan li ser welate qels bike. Lê dema wisa dike, ruyê xwe tund û hişk nîşanê gelên Îranê dide. Peyamên nerm yên li derve dide, naxwaze li hundir şaş bê fêmkirin. Ji ber vê jî di serî de Kurd û Beluciyî rastî zextên herî mezin tên. Di 26’ê cotmehê de li eyaleta Belucîstan 16 girtî hatin darvekirin. Di 27’ê cotmehê de jî du hevalên me hatin darvekirin.
Divê kujerên Dr. Qasimlo ne serbest bin
Hevserokê PJAK'ê Hacî Ehmedî da zanîn ku di sala 1989’an de li Viyaynayê sekreterê giştî yê PDK-Î Dr Abdulrehman Qasimli ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hat kuştin û her wiha kujerê wî Cafer Sahrarudî li Ewropayê serbest digere. Ehmedî wiha got: “Di serê meha cotmehê de Sahrarudî bi heyeta meclisa Îranê re çû Cenevreya Swîsreyê û Zagrep ya Hirvatîstanê. Lê ligel daxwaza Ewropayê Caferî nehat girtin û ev helwesta welatên Ewropayê nayê qebûlkirin. Welatên Ewropayê ji ber ku Caferî negirtine, qanûn binpê kirine û kampanyaya bi pêşengiya PDK-Î tê destpêkirin em piştgiriyê didinê. Cafer kujerekî ku li qada navnebotewî pir zêde tê lêgerîngkirinê ye. Ji bo kujerê Caferî bê girtin divê Kurd bên cezakirin."
Di rojên borî de rayedarê PDK-Î Hîwa Bahramî ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku ji bo ku jerên Qasimlo bê girtin divê Kurd kampanyayek hevpar bidin meşandin û got: “Ger ku Kurd kampanyayek û dîplomasiyek mezin bimeşîne dê pêşî li gera kujer ya li Ewropa û derên cuda yên cîhanê bigire. Ez pirsigrêka hemû Kurdane.
BERLÎN
Li Helsînkî Îran hat şermerzarkirin
Darvekirina 2 siyasetmedarên Kurd û 16 Belûcî yên di rojên dawî de, li paytexta Fînlandiya Helsînkî bi çalakiyek li ber Konsolosa Îranê hat şermezarkirin.
Bi armanca şermezarkirina darvekirina siyasetmedarên Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr, Riza Îsmaîlî û 16 Belûcî yên di 26'ê Cotmehê de hatin darvekirin, duh danê nîvro li ber Konsolosa Îranê ya li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê bi beşdariyeke girseyî mîtîngek hat lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyaniya Komîteya PJAK'ê ya Fînlandiyayê hat xwendin û bang li dewleta Fînalndiya û demokrasîxwazan hat kirin ku li hemberî kiryarên hovane yên rejîma Îranê bêdeng nemînin.
Di mîtîngê de yek ji rêveberên PJAK'ê yên Ewropayê Ehwen Chyako axivî û diyar kir ku hikûmeta Rûhanî bi hevdîtinên li gel dewletên Rojava re dixwaze rastiya rejîma Îranê veşêre û got, "Di rastiyê de Îran weke berê diktatoriya xwe û kiryarên xwe yên hovane li hemberî gelê Kurd û gelên din ên Îranê dewam dike."
Chyako bal kişand ser darvekirinên dema dawî û destnîşan kir ku divê gelê Kurd bi xurtkirina rêxistinbûyîna xwe re li dijî van êrîşên rejîma Îranê rawest e. Chyako got, "Partiya me û gelê Kurd darvekirina van hevalên me bê guman bê bersiv nahelê û bila Îran vê yekê baş bizane."
Mîtîng bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bimire Xameneyî û Rûhanî û birûxe Komara Îslamî ya Îranê” bi dawî bû.
HELSÎNKÎ
'Em darvekirinên rejîma Îranê şermezar dikin'
Rêxistina BDP'ê ya Amedê bi boneya 2 ciwanên Kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin li ber avahiya BDP'ê ya Amedê daxuyaniyê da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de gelek welatî, Dayikên Aştiyê, rêveberên BDP'ê, Hevserokê BDP'a Amedê Mehmet Emin Yilmaz û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Li ser navê komê BDP'ê Mehmet Emîn Yilmaz, daxuyanî daû bal kişand ser polîtîkayên înkar û îmhaya gelê Kurd. Yilmaz, anî ziman ku li 4 perçeyên Kurdistanê polîtîkayên înkar û îmhaya li ser Kurdan berdewam dikin û Kurdên li azadiya xwe digerin rastî cezayên girtin, kuştin û darvekirinê tên.
Yilmaz, darvekirina ciwanên Kurd şermezar kir û anî ziman ku darvekirina ciwanên Kurd a ji aliyê rejîma Îranê ve encama hişmendiya faşizan e. Yilmaz, destnîşan kir ku ji sala 2007'an heta niha 30 ciwanên Kurd ji aliyê rejima Îranê ve hatine dervekirin û darvkirin şermezar kir û wiha got: "Em helwesta Rejîma Îranê da darvekirina Kurdan nahlet dikin. Em dê li hemberî vê zilm û neheqiya li ser gelê Kurd û gelên erdnigeriya Kurdistane pêk tên tekoşîna xwa bilintir bikin. Em bang li her kesî dikin ku li hemberî van îdaman dengê xwe bilindtir bikin.
DÎHA/AMED