Hilbijartina şaredariyê di navbera sê endamên şaredariyê de pêk hat. Ehmed Ozer ku di heman demê de şaredarê berê ye, Qedrî Yaman û Ehmed Sevîm jî xwe namzet nîşan dan û tevlî hilbijartinê bûn.Pîştî şêniyên wargehê dengên xwe bi kar anîn, ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinê saet di 18-30'an de dengavêtin bi dawî bûn. Heya derengiya şevê şêniyên wargehê li benda encamê man; di encamê de şaredarê berê Ehmed Ozer bi 1750 dengan wek şaredarê Wargeha Penaberan a Mexmûrê hat hilbijartin. Ji bo meclîsa şaredariyê jî Şaristan Çelê, Îsmaîl Gundikî, Rehime Mijînî, Ehmed Gurgîn, Sultan Gundikremo, Fadîle Gever, Mehmûd Zewkî, Mehemed Simo, Evdilkerîm Egît û Sebrî Mijînî hatin hilbijartin.

Şaredar û endamên meclisa şaredari ku nû hatin hilbejartin dê bi gel re bicivin û ji aliyê Desteya Bilind Hilbijartina ve encamê hilbijartinê bi gel re bê parverin.

MEXMÛR