Ejder jî ew neparastin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla de li Colemêrgê 9, li Dersimê jî 2 eskerên Tirk hatine kuştin.
HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên 15 û 16’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de” gerîlayan li navçeya Colemêrgê Şemzînanê, 15’ê Gulanê êvarê, bi çalakiyekê li ser rêya ewlekariyê ya navbera qereqola Tesê û girê Heftkanî derbên giran li eskerên artêşa Tirk a dagirker xistin. HPG´ê da zanîn ku lê hejmara eskerên kuştî û birîndar nehatiye tespîtkirin.
9 tîmên taybet hatin kuştin
HPG´ê da zanîn ku şeva heman rojê saet 23:00´yan, gerîlayan li dijî wesayiteke zirxî ya tîpa Ejder, li nêzî taxa Şapatan a Şemzînanê, wesayîta zirxî bi temamî rûxand. HPG´ê got, “bi qasî ku hate tespîtkirin 9 eskerên tîmên taybet hatin kuştin.”
Li ser çalakiya li Dêrsimê jî ev agahî da: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ozan û Şehîd Roza de, hêzên me roja 16’ê Gulanê saet 13:30’î li dijî qereqola Dereova ya li navçeya Qisle ya Dersimê, çalakiyek kir. Derbên giran li çeper û stargehên li qereqolê hatin xistin û di encamê de 2 esker hatin kuştin, eskerek jî birîndar bû.” ANF/BEHDÎNAN