Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê bi binpêkirinên mafan tim di rojevê de ye. Girtî Mehmet Şeran, pêkanînên li dijî girtiyan ji malbata xwe re ragihand. Ronya Esra Şeran diyar kir ku birayê wê gotiye, li girtîgehê rêveriya eskerî ketiye dewre û gotinên birayê xwe wiha vegotin: “Ekîbên ku êrişî me bikin, hatine amadekirin. Li ber dîwêr me dihejmêrin. Rojê du çaran bi ser odeyên me de digirin. Dem bi dem ji odeyên edliyan dengê qîjan bilind dibin. Tê gotin, dê li girtîgehê êrişî girtiyan bikin. Midûrê girtîgehê ji wan re gotiye, ‘ev pêkanîn ji aliyê serdozger bi xwe ve hatine danîn. Ji ber vê yekê ew jî van pêkanînan bi cih tîne.’ 


ANTALYA