Ilham Ehmed gera xwe ya dîplomatîk li Lubnanê dewam dike. Ilham Ehmed bi şandeyeke ji Partiya Demokrat a Sosyalîst a Alhnchak a Ermenên Lubnanê re hevdîtin kir. Di şandeyê de ku hevdîtin bi Ilham Ehmed re kir, endamê Têkiliyên Derve Alêks Koşkiryan, Cîgirê Parlementoya Lubnanê ji Partiya Alhenşak, Sîboh Faliyakyan (Zebu Valerian) û Serokê Komîteya Rêveber ê Partiyê Mardîk Camko Çiyan (Mardak Gamco Jian) hebûn.


Em ê li cem xwe hevserokatiyê pêk bînin

Di hevdîtinan de şandeya partiya El-Henşak anî ziman ku xebata gelê Kurd û Bakurê Sûriyeyê xebata wan e û projeya Bakurê Sûriyeyê ya Sîstema Federaliyê hembez dikin. Partiyê wekî din got, ew li hemberî dagirkeriya Tirkiyê ya Bakurê Sûriyeyê piştgiriya Bakurê Sûriyeyê û gelê Kurd dikin. Partiyê berxwedana Kobanê jî bi bîr xist û got, ew berxwedana hemû gelan û ya gelê Ermen jî îfade dike. Şandeyê razîbûna xwe ya  ji sîstema hevserokatiyê îafade kir û got, ew ê jî li gel xwe vê sîstemê pêk bînin.


Tirkiye DAIŞ´ê diparêze

Hevseroka MSD´ê Ilham Ehmed dagirkeriya Tirkiyeyê ya Bakurê Sûriyeyê, komkujiyên li dijî sivîlan dane meşandin, êrişa wan a li ser Rojava û bi taybet êrişa dawiyê ya gundê Sorke yê girêdayî navçeya Raco anî ziman û şermezarkir.

Ilham Ehmed têkildarî vê mijarê got, “Tirkiyê dema ku dibêje, ez li hemberî DAIŞ`ê şer dikim cîhanê dixapîne. Ew li hemberî Hêzên Sûriya Demokratîk şer dike û DAIŞ`ê diparêze.”

Hevseroka MSD´ê Ilham Ehmed Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê da naskirin û got, “Çareseriya aloziya Sûriyeyê wê li ser bingehê biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera gelên herêmê Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen û Kurd pêk were. Ev proje Sûriyê parçe nake û hedefa wê ew e ku Sîstema Federaliya Demokratîk a rast ava bike.”


Çapemeniya Tirk rastiyê nabêje

Şandeya Partiya El-Heşnak di dawiya hevdîtinê de got, “Di vê pêvajoyê de girîngiya hevkariya gelan û girîngiya çapemeniyê heye. Çapemenî rastî û têkoşîna gel ji raya giştî re vedibêje. Divê çapemenî li hemberî çapemeniya Tirkan û dezgehên ragihandinê yên bi wan re dixebitin, tê bikoşe. Ji ber ku ew rastiyê nabêjin.” 


BEYRÛT