Şervanê QSD’ê Kemal El Hiweyrî yê li Dêrazorê di peywireke leşkerî de şehîd bûbû li Goristana Şedadê hate veşartin.
Gel li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê piştî ku cenazeyê şervan Kemal El Hiweyrî (Diyar) wergirtin, berê xwe dan Goristana Şedadê.
Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya şehîd Diyar hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê Şehîd Diyar bi slogan û tilîlîyan hate veşartin.
ANF/ŞEDADÊ