
Michel Kilo ji AFP’ê re axivî û got: “Artêşa Azad li ser navê hemû koman ji bilî eniya El Nusra ku di pevçûnên dawî de cih negirtibû îmze kir. Lê El Nusra jî tevli nîqaşan bûn û soza ku dê peymanê bin pê neke da. Piştî el Nusra koma îslamî radîkal El Şam jî piştgirî da vê peymanê. Niha li Serêkaniyê kêm şervan mane.”
Ji Artêşa Azad Albay Hasan El Abdullah û ji Eniya El Nusra jî Fahd El Gaad tevli civîna dawî bû. Kilo bal kişand ser girîngiya peymanê.
Di peymana ku ji 11 xalan pêk tê de, xalên weke divê bi taybet komên çekdar ji bajar derkevin, ji bo rêveberiya bajar mecliseke sivîl bê avakirin, li têketina bajar de nokteyên kontrolê yên hevpar ên YPG û Artêşa Azad bê avakirin û ji bo rizgarkirina bajarên din bin kontrola rejîmê de YPG û Artêşa Azad bi hev re tevbigerin.
3 caran êrîş pêk hat
Di 16’ê Çile de komên çekdar ji ser Tirkiyeyê çekên giran û tank anîbûn Rojavayê Kurdistanê û êrîş kiribûn. Bi hezaran endamên komên çekdar di êrîşan de cih girt. Hêzên YPG’ê 15 rojan li dijî van şer kir û komên çekdar wendahiyeke mezin dan û vekişiyan sînorê Tirkiyeyê.
Di 12-14’ê Kanûna 2012’an de di navbera YPG û komên bi piştgiriya Tirkiyeyê xwe bi rêve dibin de pevçûn derketin. Koman wendahiyeke mezin da û peymaneke agirbestê hatibû kirin. Di vê peymanê de jî dihat gotin ku li bajar konseyeke bajar bê avakirin û komên çekdar vekibişin. Komên di bin Artêşa Azad de tevdigeriyan di 16’ê Çile de dîsa êrîş kir.
Di 19’ê Mijdarê de Serokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê hate qetilkirin û piştî vê pevçûnan dîsa dest pê kir. di 21’ê Mijdarê de şervanên El Nusra û El Şam ji ser Tirkiyeyê êrîşê Serêkaniyê kir. Di pevçûnan de komên çekdar nêzî 60 wendahî da. Amûr û çekên wan hatin desteserkirin. Di navbera 19 û 23’ê Mijarê de serokê Konseya Gel û çar şervanên YPG’ê û endamên Konseya Gel jiyana xwe ji dest da. Komê çekdar di 25’ê Mijdarê de neçar man xwe bikêşin sînorê Tirkiyeyê.
ANF/QAMIŞLO