Çapemeniya Rûsî dibêje ku çeteyên Fetih El-Şam (Cehbet El-Nuisra) kuştina Balyozê Rûsî yê li Tirkiyê Andrey Karlov girt ser xwe.

Di serî de Ajansa Fermî ya Rûsyayê-TASS, li gorî dezgehên çapemeniya Rûsya rêxistina teror a beşa Qaîda li Sûriyê Fetih El-Şamê (Cebhet El-Nusra) ku piştgiriya xwe ji hikûmeta AKPʹê digre, li ser Internetê nameyek belav kir û berpirsiyariya kuştina Karlov girtiye ser xwe.

Hêjayî gotinê ku beriya niha bi demekê Rûsya ji Erdogan xwest ku komên çete yên li bajarê Helebê û di serî de Cebhet El-Nusra ku ji Helebê vekşin. Erdogan jî daxuyaniyek da û got ku ew ê ji hevalên  xwe yên li Helebê re bêje bila ji Helebê vekşin. Koma ku piraniya komên cedar ên Helebê û Idlibê di bin sîwana wê de ne Cebhet El-Nusra ye.

Erdogan bûbû hevkar û parêzvanê El Nusra

Rêxistina El Nusra ku kuştina Sefîrê Rûs Andrey Karlov li xwe girt, Serokomar Tayyip Erdogan di axaftinên xweyên cuda de gotibû “Hûn çima El Nusra xerab e.” û “El Nusna ne rêxistina terorê ye” û El Nusra parastibû. 
Serokomarê Tirkiye ku piştî bûyerê xwes wekî karê FETO nîşan bide. Lê piştî El Nusra (Fetih el Şam) kuştina Karlov bi awayekî fermî girt ser xwe gotinên Erdogan ên der barê El Nusra de balkişand ser xwe. 
Polîsê Kujer Mevlut Mert Altintaş dema êrîş pêk anî siloganên “Helebê ji bîr nekin, Sûriye ji bîr nekin” berz kiribû. Rêxistina El Nusna gelek caran bi bazirganiya li ser sînorê Kîlîs, Îdlib û Helebê hatibû rojevê. Dîsa gelek caran bi dîmenan derket holê ku li ser sînor bazirganiya çekan kiriye û lojistîk û cebilxaneya çekan ji Tirkiye werdigire. Li aliyê din Serokomar Erdogan gelek caran El Nusra parastibû. Erdogan di demên cuda û li cihên cuda gotibû “Hûn çima dibêjin El Nusra Nebaş e” û “Hûn çima hûn dibêjin El Nusra Rêxistina Terorê ye” Erdogan di 24’e Sibata 2016’an de di 21’emîn civîna bi muxtaran re gotibû “Hem DAEŞ hem rejîm û hem jî YPG şerê wan ne bi hevre ye. Hedefa wan muxalif e. El Nusra li diji DAEŞ’ê şer dike. Hûn çima ji El Nusra re dibêjin xerab e. Hûn çima dibêjin PYD û YPG baş e.” 


Erdogan di 21’ê Hezîrana 2016’an de dîsa li Sarayê axivîbû û gotibû “Ger ku yên li dijî DAİŞ’ê şer dikin ne teror bin, Wê demê hûn çima ji El Nusra re dibêjin rêxistina terorê.”


 MOSKOVA / ENQERE