Çeteyên girêdayî Cephat El-Nusra yên ku piştgiriya tang û topan ji deweta tirk digirin, duh jî li gelek bajarên rojavayê Kurdistanê êrîşî şervanên YPG’ê û hêzên asayîşê kirin. Di êrîşan de 3 emdamên asayîşê, tu ciwanên şoreşger, welatiyekî sivîl û 3 şervanên YPG’ê şehîd ketin.

Komên çete yên ku piştgiriya çekên giran ji dewleta tirk digirin duh dîsa êrîşê şervanên YPG’ê kirin. Êrîşa çeteyan duh li ser riya di navbera Hesekê û Serêkaniyê ji hêla çeteyên Cephet El-Nusra ve bi tangê pêk hat, di êrîşî de şervanekî YPG’ê û 3 endamên asayîşê şehîd ketin. Li ser êrîşa çeteyan şervanên YPG’ê jî bersiv dan û hat hînbûn ku 41 êrîşkar hatine kuştin.

Li Girkê Legê şerê dijwar

Li nêzî gundê Sikeriyê yê di navbera Girkê Legê û Til Koçer de, di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên Cephet El-Nusra de şerên dijwar duh jî berdewam kir. Di encama şer de 25 endamên Cephet El-Nusra hatin kuştin, şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe ji dest da.
Li nêzî gundê Zexîrê (Babil Hedîd) ê di navbera Girkê Legê û Çelaxa de, di encama êrîşa bombeyî ya li dijî benda asayîşê, 2 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ku alîkariya Asayîşê dikirin û sivîlekî ku ji wir de derbas dibû, jiyana xwe ji dest dan. Di teqînê de êrîşkar jî mir. Cenazeyên herdu endamên Ciwanên Şoreşger û welatiyê sivîl birin Girkê Legê.

Êrîşî navenda YPJ’ê kirin
Her wiha navenda Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya bi navê Şehîd Edalet ku li ser riya Qamişlo û Tirbespiyê ye, rastî êrîşa bi guleyan hat. Hat ragihandin ku ji 2 wesayîtan gule hatine reşandin û di encamê de endameke YPJ’ê birîndar bûye. Piştî êrîşê li herêmê operasyon hat destpêkirin.

 SERÊKANIYÊ




YPG: 2 şervanê me şehîd ketin


Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) da navê 2 şervanên ku pêr êvarê di encama êrîşa çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam bi topê hawanê êrîşî ser benda kontrolê ya nêzî Mezreya Kelmen El Medal ku li ser riya navnetwî a di navber Çelaxa û Til Koçer de ji yana xwe jidest dane û navê wan eşker kir. Li gorî Navenda Ragihandinê ya YPG᾿ê navên şervanên YPG᾿ê wihane:
Çekdar Rustem (Çekdar Amed), di sala 1993’an de li gundê Sêkera ya Girkê Legê ji dayik bûye.
Cûdî Rustem (Rustem Botan) Di sala 1992’an de li Dêrika Hemko ji dayik bûye.




Ciwan beşdarî YPG’ê dibin
Piştî êrîşên komên çete ên Eniya El-Nusra û Dewleta Îslamî ya Îraq û Bilad El-Şam li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê, gelek ciwan serî li navendên YPG᾿ê didin û tevlî dibin.
 Li Kobanê 4 hezar kesî ji bo di pevçûnên li Girê Spî alîkariya YPG᾿ê bikin serlêdan kirin. Li Kobanê bi hezaran kesî berê xwe dan Mala Gel û Meclîsên taxan ên bajêr da ku navê xwe qeyd bikin ku di parastina Girê Spî û gundên wê de cihê xwe bigirin. Hat ragihandin  ku hejmara kesên navê xwe qeyd kirine û pirraniya wan ji ciwanan pêk tên gihiştiye 4 hezaran. Der barê alîkariya bi YPG᾿ê re welatiyê bi navê Mehmûd Mihemed Elî da zanîn ku ew ji bo tevlî şer bibe serlêdan kiriye û diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe parastinê bikin. Elî, destnîşan kir ku komên çete bi armanca dagirkeriyê êrîş dikin û got: “Em ê bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên çeteyan derkevin.” Welatiyê bi navê Nûrî Mihemed Elî jî da zanîn ku ew ji bo di meydana şer de cihê xwe bigire amade ye û got: “Em ê bi hemû hêza xwe herêmên Rojava ji êrîşên çeteyan biparêzin.”


Tevlîbûnên nava refên YPG’ê zêde dibin

Bajarê Tirbespiyê jî wekî hemû bajarên din ên rojava hejmara ciwanên ku tevlî nava refên YPG᾿ê dibin û dixwazin herêmên Rojava ji êrîşên komên El-Nusra û Dewleta Îraq û Bîlad El-Şama biparêzin rojana zêdetir dibin.
Yek ji ciwanê Kurd ku nû tevlî nava refên YPG᾿ê bûye Civan Hesenê ku  ji ber rewşa şer a li Paytexta Sûriyeyê Şamê vegeriyaye Rojavayê Kurdistanê û ji ber êrîşan serî li navenda YPG᾿ê ya li Tirbespiyê daye û tevlî nava refên YPG᾿ê bûye. Hesen diyar kir ku, li ser ekranên televzyonê bûyerên li Rojavayê Kurdistanê dişopand û dîtiye ku çawa ciwanên Kurd di nava YPG᾿ê de ji bo parastina welatê xwe şer dikin û jiyana xwe jidest didin û got: “Ez ji vê yekê pir bandor bûm û min bilez serî li navenda YPG᾿ê da û ez tevlî bûn.᾿̓
Li aliyê din jî gelek ciwanên ku piştî êrîşên dawî tevlî YPG᾿ê bûne diyarkirin ku ew amadene biçin qadên şer û parastina hemû herêmên rojava bikin.

 KOBANÊ/TIRBESIPIYÊ