Dema em li bingehê El Qaîdeyê dinêrin, em dibînin ku ew diçe, digihîje saziya sîxwiriya Amerîka ya derve CIA, di dema afirandina vê saziya bêkêr û vê xençera li ser sîngê îslamiyetê de, li welatên NATO’yê jî Gladiyo, saziyên şerê taybet û li hemberê Sovyetê afirandina kembera kesk hatibûn birêkxistin.
Xwerû li Tirkiyê tevgera gulen, akincî (bingehê AKP) li gel wê Daîreya Şerê Taybet (DŞT) hate organîzekirin. Dema glaudiyo rola xwe pêkanî û pêdivî pê nema, vê carê jî Amêrîkayê li aliyekê hêzên îslamî yên qaşo rûnerm, li aliyekê jî li Afganîstanê îslama redîkal (Talîban û El Qaîde) bikaranîn.
Ji bo ku bikanin Projeya Rojhilata Navîn (PRN) pêkbînin, pêdiviya wan bê rêberî hîştin û bêhêzkirina Tavgera Azadî hebû. Di encama vê de li aliyek komplo pêkanîn, li aliyê din li Tirkiyê AKP afirand û Bihara Ereban (!) daxist rojevê.
Dema ev PRN li Sûriyeyê ji ber rêya sêyemîn kete talûkeyê, CIA; Katar, Siûdî û Tirkiye xiste navberê ku bikanin pêşî li rêya sêyemîn bigirin, daku PRN bi ser bikeve. Van welatan jî; serserî, alote û sangoleyên kuçeyan welatên îslam civandin, ew bi her awayî fînansekirin û wek mîkrob û bakteriyên mirovxwir xistin Sûriyê.
Amerika bi vî awayî; li aliyekî îslamiyet bi wehşeta bi dest û kirinên El Qaîde ya ji hemû rêgezên mirovahî dûrketî wek baweriyeke rizyayî lanse kir, li aliyê din jî xebitî ku van hêzên wek AKP ku dixebitîn ji xeta Amêrikayê derkevin di bin kontrola xwe de bigirin.
Dema em li vê rastiya birêkxistiniya paravan El Qaîde û hêzên li pişt wê dinêrin, em dibînin ku El Qaîde rengê îxaneta AKPê, Katar, û Saudiyê ye. Divê gelê me yê misliman vê rastiye bibîne, dînê xwe ji vê qirêjî û îxanetê paqij bike.
Ixaneta AKPê ya bi îslamiyetê re ne tenê ev hêza wehşetê ye. Her kes baş dizane ku li gor îslamiyetê „derew“ dijminî Xwedê ye. AKPê derew kir bingehê polîtîka îsalmî ya desthilatdara dewletê. Her gotin û kirina wan li ser derewan hatiye avakirin, lewma AKP û derew wek cêwiyê hev in.
AKP heyiya Xwedê înkar dike. Li gor baweriya îslamiyetê “ziman” jî heyîyeke Xwedê ye, înkarkirina wê înkarkirina Xwedê ye. Ew di bin dirûşmeya “yek al yek ziman yek..” de vê rastiya ziman înkar dike.
Di baweriya îslamê de rojên cejnan rojên aşitî û lihevhatinê ne. Lê serokê AKP Erdogan li pey nimêja cejnê di kesayetiya BDP’ê de gef gelê Kurd xwar.
Li gor baweriya îslamê di nava bawermendan de “Dîwarên Şermê “avakirin îxaneta herî mezin e. AKP bi hemû hêza xwe ve dixebite ku di navbera Kurdên misliman de Dîwarê Şermê avabike. Ev îxaneta herî mezin e.
Eger AKPê rê neda El Qaîdeyê, ew fînanse û perwerde nekira, ew ji bo wehşetê organîze nekira, yan jî saziyeke kujêran ya wek Dewleta Iraq Şam ya îslam li Tirkiyê neda demezirandin, ji bo kuştina Kurdan, elewiyên ereb û xiristiyanan sornekira, hêzeke wisa nedihat afirandin, ev wehşeta îslamiyetê rencîde dike jî, dernediket pêş, mirovahî evqas nediêşiya. Ji wê serokê îxanetê AKP e ye.
Banga min li Konferensa Îslamiya Demokratîk ew e ku ew bikanin li gor vê rastiyê, AKP wek îxaneteke di nava baweriya îslamiyetê de bibînin, rola wê ya di nava vê wehşeta li Sûriyeyê û dijminahiya wê ya li hemberê bawermendên Kurd û mirovahiyê bi awayeke bingehîn şirove bikin û wê bi her awayî mehkûm bikin.
Divê her bawermendê îslam bizanin ku piştgirî û her reya ew didin AKP’ê ji îslamiyetê re îxanet e. Demeke zû ji vê îxanetê bizivirin, tovbe bikin, di kesayetiya gele Sûriyê de ji mirovahiyê lêborîne xwe bixwazin.
El Qaîde rengê îxaneta AKP’ê ye
Bi salane ku ez bi hemî hêza xwe ve dixebitim ku wateya gotinên Serok Ocalan têbigihîjim. Serok Ocalan vê carê jî El Qaide wek îxaneta di nava îslamê de bi nav kir. Wî bi vê gotina xwe lutkeya çiyayê qeşayê ya li ser sîngê îslamiyetê dane rûniştin, destnîşan kir ku em bikanin di ronahiya wê de tevahiya çiyayê berfê ya di nava deryayê de bibînin û li gor wê rastiya heyî têbigîhîjin.