Şervanên Hemleya Bagera Cizirê bipêşveçûna xwe ya li Dêre Zorê didomînin. Şervanan gundên El-Qişêriyê ji çeteyan rizgar kir.

Şervanên pêngava Bagera Cizîrê ya di roja xwe ya 60´î de bipêşveçûna xwe didomînindewam dikin û derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin. Şervanan ji vê sibê ve riya ketin û derketina gundê El-Qişêriyê ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bû, girt û di navbera şervanan û çeteyan de şerê giran rûda.

Di encamê de şervanan gund bi temamî ji çeteyan rizgar kir. Di şer de 7 çete hatin kuştin û erebeyeke doçka li ser hat imhakirin.


YPG‘ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihand û Çapemenî ya YPG‘ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di navbera 1‘ê Cotmehê û 5‘ê Mijdarê de, di Pêngava Bagera Cizîrê Şehîd bûyî eşkere kir. Navendê têkildarî şehadeta 3 şervanan daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand. Di daxuyaniyê de ji bo rewşa dawî ya pêngavê hat gotin, “Çete di qadeke teng de hatine asêkirin û şervan her ku diçe qadên di bin kontrola DAIŞ‘ê de rizgar dikin. Li herêmê şer dijwar e, her wiha hewldanên çeteyan ya sekinandina pêşdeçûna şervanan hene. Bi vê armancê sîvîl dibin hedef, mertal; her wiha bi danîna xefkan dixwazin encamê bigirin." Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di navbera 1‘ê Cotmehê û 5‘ê Mijdarê de li vê herêmê, di şer de 3 hevalên me gihîştin şehadetê.

Em weke YPG û YPJ, di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya biserxistina armancên wan dubare dikin.”

YPG´ê nasnameya şehîdan wiha eşkere kir: Dilşêr Amed (Mihemed Ebbas) ê li  Serêkaniyê ji dayik bûyî 5‘ê Mijdara 2017´an li Dêra Zorê şehîd bû; Qasim El Cas ê li Dêra Zorê ji dayik bûyê, 1 ‘ê Cotmeha 2017´an li Dêra Zorê şehîd bû; Xazî El Seîd li Dêra Zorê ji dayik bûyê, 1 ‘ê Cotmeha 2017´an li Dêra Zorê şehîd bû. 


NAVENDA NÛEÇYAN