Şervanê QSD’ê û Serokê Meclîsa gundê Mehmûdlî yên ji êla Icêl a Reqayê diyar kirin ku ji êla wan bi sedan ciwan tevlî QSD’ê bûne û gotin: “Idîayên ku eşîra me li hember QSD’ê şer dike, derew in”.

Şervanê QSD’ê Ebdullrezaq Ebû Elî yê ji gundê Caiber Şerqî, ji êla Icêl a Reqayê û bavê 5 zarokan e, niha li bereyên şer ên Operasyona Rizgarkirina Bajarê Tebqa û bendava wê ye.

Ebû Elî di nav 9 rojên destpêkê yên operasyonê de li baska Bendava Firatê bû û di roja 10’emîn de derbasî baskê bajarê Tebqayê bû. 

Gelek êl li dij DAIŞ’ê şer dikin

Ebû Elî diyar kir ku ji êla wan (Icêl) 150 şervan tevlî refên QSD’ê bûne û wiha axivî: “Em QSD’ê ne û şerê DAIŞ’ê dikin. Şervanên êla me amade ne li her derê li hember DAIŞ’ê şer bikin”.

Ebû Elî idîayên ku eşîreya wan li hemberî QSD’ê hatiye sorkirin û şerê wan dike derewandin û got:”Em vê qebûl nakin. Ji êla me gelek kes li vê eniyê hene û li paytexta binavkirî ya DAIŞ’ê şerê wan dikin. Ne tenê êla me gelek kes ji êlên din ên Reqayê jî li gel me hene”.

Ji aliyê xwe ve Serokê Meclîsa Gundê Mehmûdlî yê Reqayê Selîm El-Hesen ku rûspiyekî êla Icêl e diyar kir ku ne tenê weke şervan, şêniyên êla wan di rêveberiya ku li herêmên rizgarkirî tê avakirin cih digirin.

Derbarê heman idîayan de jî, El-Hesen got: “Dibe ku hinek ciwanên êla me tevalî DAIŞ’ê bûbin. Lê ew eşîrê temsîl nakin. Ew hatine xapandin û em xwedî li wan dernakevin. Êla me di pişt QSD’ê de ye.” 


 REQA