RÊZAN MIHEMED/ROJNEWS/SILÊMANÎ
Rêjeya xwendinê li Başûrê Kurdistanê di van salên dawî de ber bi kêmî ve çûye û gihaye wê astê ku pirtûkxane vale dimînin. Pirtûk firoş nerazîbûna xwe li dijî kêm xwendina pirtûkan û krîza darayî diyar dikin û sedemê sereke yên nexwendina pirtûkan ji bi karanîna torên civakî re elaqedar dibînin. Hunermend Elî Kerîm li ser bûyerê got: “Hezkirina xwendinê li gel xelkê Başûrê Kurdistanê kêm bûye.”
Di van salên dawî de ji ber pêşketina teknolojiyê û mijûlbûna ciwanan a bi torên civakî her wiha ji ber krîzên darayî û çend sedemên din dike ku li Başûrê Kurdistanê asta xwendinê pir kêm bibe.
Karmenda pirtûkxaneya Mala Rengîn Bihar Omer der barê rêjeya xwendinê ya di van salên dawî de axivî û got: “Ez her roj divê pirtûkxaneyê de kar dikim. Ez dibim şahid ku bi rastî asta xwandinê pir kêm bûye û ev ji bo me dibe sedemê nerazîbûnê. Gelek bikaranîna torên medayay civakî dike ku ciwan dev ji pirtûkan berdin. Li aliyê din bandora krîza darayî jî li ser gelek kesan têsîr dike ku nikaribin pirtûkekê ji bixwînin. Ji bo ciwanan niha 10 hezar yan ji 5 hezar lîre ji bo pirtûkekê pir zêde tê hesibandin.
Ne tenê pirtûk lê belê sînema jî
Şanoger Elî Kerîm jî îşaret bi kêm xwendinê kir û got: “Niha hezkirina xwendinê li gel xelkê kêm bûye, teknolojî sedemê sereke ye ji bo vê kêmbûna xwendinê. Ez beriya niha li Ewrûpa bûm, min dît xelk di nava otobusê de xelk pirtûkan dixwînin. Lê belê li gel me ne tenê nexwendina pirtûkan, min ne dîtiye çûyîna sînema û şanoyan ku pêwistiyên mirovan hatine dîtin.