Endama Rêveberiya Komîteya Qada Civakî ya KODAR’ê Şervîn Makû derbarê rewşa dawî ya Rojhilatê Kurdistanê, zextên Îranê yên li ser malbatên şehîd û gêrîllayan ji RojNewsê re axivî. Şervîn Maku Dewleta Îranê hişyar kir û dazanîn ku dewlet siyaseteke qirêj li ser malbatên gerîla û şehîdên Rojhilat birêve dibe û di vî warî de banga hestyariyê li malbatên gerîla û şehîdan kir ku divê îro ji her demê zêdetir xwedî li doza zarokên xwe derkevin, di derdora tevgera xwe ya azadiyê de bicivin, tekoşînê li hember her cûre êrişên dijminane yên dewleta Îranê berz bikin.

 

Kom bi kom têne serdana gerîla

Şervîn Makû da xuyakirin ku sala 2014’an gelê Rojhilatê Kurdistanê ref bi ref hatine serdanên gerîlayan û wiha got: “Eleqe û mereqeke mezin ji gerîla re heye. Serdanên gel pir baş in. Ji sala borî heya niha ji her demê zêdetir serdanên gel ji bo herêmên me yên gerîla çêdibin. Ev jî bêguman pêwendiya xwe bi pêşketinên li beşên din yên Kurdistanê û mezinbûna tevgera azadiya Rojhilatê Kurdistanê ve girêdayî ye. Her tevgera me tê naskirin û bihîstin gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê qesta herêmên me dikin û ev jî cihê kêfxweşiyê û şanaziyê ye.”

 

Şerê gerîla hêvî da gel

Maku sedema serdanên zêde yên ji bo gerîla jî wiha rêz kir: “Beşeke girîng yên têne serdana me, gelê me yê ji zûde tevgerê nas dike, berdêl dane ne. Herwisa berxwedana gerîlayên Kurd hêvî û baweriyeke mezin da gel û bi daxwaza bi awayeke çalaktir di nava tekoşînê de cih bigirin û pêşengiyê bikin ref bi ref hatin qadên me. Beşeke din yên tên herêmên gerîla jî yên berê qet me nasnedikirin, lê di encama dengvedana tekoşîna li Rojava û berxwedana Şengalê de behsa tevgera azadiyê bihîstine û mereqa me dikirinin. Ji bo vê jî ev gelê me, bi armanca naskirin û heta piştgiriyê bidin berxwedanê tên qadên me.”

 

Dorpêçek mezin heye

Maku wiha berdewam kir: “Gelê me jî dizanin ku em weke hêzên gerîla di rewşeke awartede jiyan dikin. Em dibînin ku îro quncikeke Kurdistanê jî bê şer û bê êriş nemaye. Kurdistan ji her aliyek ve dibin dorpêçêdeye û gerîlayên gelê Kurd jî di seferberiya berxwedanê û parastina gelê xwe de ne. Gelek ciwanên Rojhilat wexta tevlî tevgera APOyî bûne li ser daxwaza xwe beşdarî rêxistinên cihê yên Kurd bûne. Hinek ciwanên me yên Rojhilat rasterast beşdarî nava refên HPG-YJA STAR bûne, hinek bi bandora şoreşa Rojava rasterast çûne beşdarî nava refên YPG-YPJ’ê bûne. Gelek hevalên me yên Rojhilat jî îro di nava KODAR, KJAR, PJAK, YRK û HPJ’ê de ne. Yanî ciwanên Rojhilat yên beşdarbûne îro li çar aliyên welat belav bûne û hemû ne di nava xebatên Rojhilatê Kurdistanê de ne, li herêmên dûrin. Gerîlayên me yên Rojhilat jî hemû ne li herêmên parastinê yên medyayê ne. Îro li her devereke Rojhilatê Kurdistanê gerîlayên me hene û em berbelavê tevahî çiyayên Rojhilat bûne.”

 

Lîstikên Îranê hene

Şervîn Maku da bal kişand ser taktîkên Îtlaata Îranê û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Îtlaat (îstîxbarata dewleta Îranê)  bixwe gelek caran malbatên gerîlayên me rêdikin gel me  da ku me û gelê me bînin hember hev, heta gelê me ji me sar bikin. Dewleta Îranê hewl dide xwe weke dost û hevalên rasteqîne yê malbatên me bidin nîşandan û di warê madî de jî dibêjin emê alîkariya we bikin bes ku biçin zarokên xwe bibînin. Heta hewl dide rewşa feqîriya aborî ya gelê me jî bikarbîne û bi vî awayî malbatên me yên welatparêz ku pêşengên şoreşa me ne ji me dûr bixin û nifaqê bixe navbera gel û gerîla de. Dewlet birastî jî hewl dide xwe wisa bi gelê me bide qebûl kirin ku tu dibêjî qey rastî dewlet qenciya gel dixwaze û dixwaze bi wan re bibe alîkar. Dewleta Îranê ne tenê dest davêje malbatên welatparêz û gerîlayan, bi awayeke pir qirêj hewl dide dest bavêje hindek malbatên me yên şehîdan." 


BÊRÎTAN ZAGROS/QENDÎL