Fuara ku heta 19'ê çile vekirî bimîne, li salona Navenda Kongreyê ya Fuara Navneteweyi ya Edene ya TUYAP'ê deriyê xwe li xwendekaran vekir. Îsal 235 weşanxane tev li fuarê bûn. Îsal ji ber ku eleqeya li hemberi purtûkan kêm e pirtûkfiroş û xwediyê weşanan bi gazin cin. Li fuarê bi hezaran pirtûk tên firotin. Lê yê herî zêde pirsa wan tê kirin û ji ber qedexe ye pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Li gel pêvajoya çareseriya demokratîk dîsa pirtûkên Ocalan ku wekî parastina xwe nivisandine dîsa qedexe ne û weşanxaneyên ku wan çap dikin nikarin serbest bifiroşin. Weşanxaneya Aramê ku gelek pirtûkên Ocalan çap kirine, ji ber ku qedexe li ser pirtûkan heye, weşan nikare van pirtûkan bigîne xwendekarên xwe.


Pirtûk hîn qedexe ne

Xebatkarê Weşana Arame Engîn Erdem, diyar kir ku di fûarê de herî zêde pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parastina Ocalan a DMME'ê tê xwestin. Erdem, anî ziman ku ji ber ev pirtûk xedexe ne nikare li fuarê bifuroşe û gelek xwendekarên ku van pirtûkan dixwazin nikarin bi dest bixin. Erdem, anî ziman ku xwendekar herî zêde pirtûkên gerîlla dixwazin, lê ji ber ku nivîskarên wan ne li vir in û pirtûk qedexe ne nikarin bifiroşin. Erdem, da zanîn ku di serdema nû de 4 pirtûk ji aliyê girtiyên siyasî ve hat nivîsandin û ji ber nivîskarên wan girtî ne nikarin bên cem xwendekarên xwe. Erdem, da zanîn ku Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş li girtîgehê pirtûka bi navê "Eylul Kasirgasi" û parlamenterê BDP'ê Hamît Geylanî bi navê "Şemdinli den Kamışlo'ya Dağ Sevdasi" hatine qedexekirin. Erdem, destnîşan kir ku roja yekşemê xwendekar û nivîskar dê bên cem hev. Dê roja yekşemê Parlamenterê Wanê Kemal Aktaş û Endamê Meclisa BDP'ê Hamit Geylanî saet di 13.00 û 16.00'an de tevlî îmzeyan bibin.

Qedexeyan rakin

Erdem, anî ziman ku di fûarê de heri zêde pirtûkên Ocalan tên xwestin û wiha got: "Pirtuka AÎHM'ê û pirtkên Ocalan ên din tên xwestin. Erdem, da zanin ku herî zêde ji ber ku pirtûkên Ocalan tune rasti rexneyan tên û xwendekar ji ber ku pirkûnên Ocalan peyda nakin xwe aciz dikin. Divê êdî qedexeyên li ser van pirtûkan bên rakirin. Em bang li Wezîrê Çandê dikin û dixwazin êdî dawî li van qedexeyan bînin."

DÎHA/EDENE