
Ji bo rabûna li ber sîstema dîktatoriyê ya Erdogan û dayîna dengê ‘NA’ li gelek bajarên Ewrûpayê panel û civînên gel hatin lidarxistin.
Li bajarê Elmanyayê Duisburgê, bi beşdariya rojnamevan Fehmî Işik û Sekreterê Giştî yê Federasyona Yekîtiya Elewiyan li Elmanyayê (AABF) li salona Navenda Çanda Elewiyan panelek hat lidarxistin.
Di panelê de, ku bi qasî 150 kes amade bûn, rojnamevan Fehmî Işik axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li Tirkiyeyê li dijî her kesê li derveyî xwe şer dike. Sekreterê Giştî yê AABF Ozgur Oz jî got, “Em ê di vê referandûmê de bibêjin ‘NA’ û nîşan bidin ku bi ti awayî nekevin nava xeleka tirsê ku ew dixwazin me bixin navê.”
Li Brukselê civînên gel ji bo “NA”yê
Platforma Na ya Belçîkayê jî piştî bajarên Liege û Anversê civînên xwe yên gel li bajarê Brukselê dewam kirin.
Ji Akademîsyenên ji bo Aştiyê Yasemîn Karaca û Parlamenterê berê yê Wanê û endamê HDK-Ewrûpayê Kemal Aktaş weke qiseker beşdarî civîna gel bûn. Akademîsyen Karaca 18 xalên tên guhertin nirxandin û got, meclîs tê tevizandin.
Parlamenterê berê yê Wanê Kemal Aktaş jî got, referandûm ji bo Kurdan û hemû hêzên muxalîf ên zext li wan tê kirin, roja hesabpirsînê ye.”
Li Franseyê jî ji bo NA´yê seferberî ye
Bi beşdariya Kurdistaniyên li bajarê Saînt Avold ê herêma Grand-Est a Fransayê, der barê referandûmê de civîneke gel hate lidarxistin. Civîn li NCDK´ê pêk hat, bi qasî 100 kesî tevlî bûn û rewşa siyasî ya dawî hat nirxandin. Siyasetmedarê Kurd Huseyîn Arslan weke qiseker beşdarî civînê bû û qala sedemên dayîna dengê NA kir.
NAVENDA NÛÇEYAN