67 sal li ser darvekirina Pêşengê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed û hevalên wî re derbas bûn. Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim e. Di sala 1900'an de li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurek û 7 keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û Kurdperwer bû. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera Rûsan de jiyana xwe ji dest dide. Kalikê wî Şêx Elmeşayêx ji bo yekkirina Kurdan, di sala 1930'an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên Kurd li hev dicivîne. 22’ê Çileya 1946’an li Meydana Çar Çira Komara Kurdistanê radigihîne. Piştî têkçûna komarê, 30'ê adara 1947'an Qazî Mihemed, wezîrê parastinê yê Komara Kurdistanê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li Meydana Çarçira ya Mehabadê hatin darvekirin.


Li Hewlêrê çalakiya bîranînê

Elî Qazî Mihemed derbarê jiyan û xebata bavê xwe Pêşewa Qazî Mihemed, Komara Kurdistanê, sedemên têkçûna komarê û bîranînên xwe yên ligel bavê xwe, ji DÎHA’yê re axivî. Kurê Qazî Mihemed behsa jiyana bavê xwe ya berî Komara Kurdistanê kir û wiha got: "Berî ku Pêşewa Qazî Mihemed bibe serokê Komara Kurdistanê, qazî bû. Zêdetirî 500 salane qazî di nava binemala me de hene. Qazî Mihemed jî qaziyê dawî yê binemala Qaziyan e. Pêşewa di dema şerê yekemîn ê cîhanê de, li gundekî bi navê Pîro Lîbaxî dima. Li wir şerê Rûsan dikir, çend dîlên Rûsan ligel wan hebûn û ligel wan fêrî Rûsî bû.” Elî Qazî diyar kir ku bavê bi başî Rûsî daxivî û wiha pêdeçû: "Li Mehabadê jî mîsyonerên Amerîkî hebûn. Peywendiyên binemala me ligel wan gelek baş bûn û bi rêya wan jî fêrî zimanê İnglîzî bû. Wî dest bi xwendina Fransî kir. Ji ber di dema şerê cîhanê yê yekemîn de xwestin zimanekî taybet çêkin û her kes bizane, navê wî zimanî jî Îsperanto bû. Pêşewa li Îranê yek ji wan kesan bû, ew ziman dizanî. Hemû xwendingehên Mihabadê di destê wî de bûn. Piştre bû serokê Hîlala Ehmed (Roja Sor).”
Kurê Pêşewa wiha behsa bavê xwe kir: "Piştî şerê cîhanê yê duyemîn dest pê kir, Qazî Mihemed çend caran serdana Tehranê kir. Li wir ligel Şahê Îranê hevdîtin çêkir û dixwest hê zêdetir li Kurdistanê dibistan werin vekirin. Dixwest li dibistanên Kurdistanê zimanê Kurdî were xwendin. Ango Qazî Mihemed di navbera salên 1941-45’an de jî, gelek caran ligel Şahê Îranê û wezîrên Îranê hevdîtin çêkir. Dixwest wisa bike ku Kurd li Kurdistanê bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin, pirtûk û rojnameyan çap bikin.”Li ser pirsa ‘Çawa biryara damezirandina Komara Kurdistanê hat dayîn û berî damezirandinê çi amadekarî hatin kirin?’ Elî Qazî wiha got: "Di dema ciwaniyê de peywendiyên Qazî Mihemed ligel Partiya Xoybun û partiyên din ên Kurdî hebû. Di dema ciwaniya xwe de ji bo rizgarbûna Kurdistanê xebat dikir. Piştî leşkerêm Amerîka, Brîtanya û Yekîtiya Sovyetê xwestin Îranê bigirin, ew fikir ket serê Qazî Mihemed ji bo ji azadiya Kurdistanê re xebatê bike. Herwiha piştre Komeleya Jiyanewey Kurdistan (JK) hat avakirin û bû serokê wê. Piştre jî fikrê damezirandina komarekî Kurdistanî ket serê wî. Qazî Mihemed roja 22’ê Çileya 1946’an Komara Kurdistanê ragihand.” Elî Qazî bal kişand ser giringiya Komara Kurdistanê û wiha got: "Tişta giring a Komarê ew bû, Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê di damezirandina Komara Kurdistanê de cih girtin.”

Dema ragihandina komarê
Li ser pêşwazîkirina gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê jî, kurê Pêşewa wiha got: "Dema Komara Kurdistanê hat ragihandin, gotin îro roja azadî û serxwebûna Kurdistanê ye. Dema mirov temaşeyî rojnameya Kurdistan a ku wê demê dihat çap kirin bike, mirov dibîne tê gotin ku ‘Me roja azadî û serxwebûna Kurdistanê pîroz kir.’ Di dema ragihandina komarê de zêdetirî 20 hezar kes beşdar bûn. Mirov nikare li gor niha berhev bike, ji ber wê demê hêjmara rûniştvanên Îranê 12-13 milyonî bû û îro zêdetirî 80 milyoniye. Ji bo wê demê 20 hezar kes gelek zêde bû. Hemûyan piştgiriya xwe ragihandin. Yek ji kesên hatî nav komarê û bûyî general, Mele Mistefa Barzanî bû. Ji bakûr jî bi taybet eşîra Celalî ku li ser sînor bûn, gelek ji wan tevlî xizmetkirina komarê bûn.” Elî Qazî bal kişand ser bîranînên xwe yên ligel bavê xwe û wiha behs kir: "Di dema komarê de ez 12-13 salî bûm. Di dema ragihandina Komara Kurdistanê de, ez ne li Mehabadê bûm. Min li Tebrîzê dixwend. Gelek bîranînên min ligel bavê min hene. Bavê min serdana çi cihekê kiriban, ez ligel xwe dibirim.”

'Ez ligel xwe birim Azerbeycanê'
Derbarê bîranîneke xwe ya ligel Pêşewa Qazî Mihemed de, Elî Qazî wiha got: "Carekê Yekîtiya Sovyetê, Pêşewa Qazî Mihemed û hinek serokên eşîrên Kurdan vexwend, ez jî ligel xwe birim. Em çûn paytexta Azerbeycan, Bakuyê. Min ti carî asansor nedîtibû, ez sibehê heta êvarî bi asansorê diçûm jor û jêr. Bavê min çû gel, serokwezîrê Azerbeycanê Mîcehfer Bagrov. Ji bavê min re got, ‘Min bihîstiye kurê te jî ligel te hatiye. Te çima ne aniye ez jî bibinim.’ Bavê min jî gotibû, ‘Kurê min gelek tevger dike û li ti cihekê ranaweste.’ Wî jî gotibû, divê ez kurê te bibînim. Ez birim gel Bagrov.”Li ser hevdîtina xwe û Bagrov, Eî Qazî wiha got: "Bagrov j imin re got, ‘Navê te çiye?’ Min gotê, navê min Kurê Reş e. (Li rojhilatê Kurdistanê ji min re dibêjin, Kurê Reş) Bagrov jimin re got, ‘Rengê reş yê faşîstane. Divê tu ji xwe re bêjî, Kurê Sor. Ji vir û şûn de navê te, Kurê Sor e.’ Wî demanceyek û hespekî diyarî da min. Herwiha çend erebeyên zarokan jî diyarî da min. Min ew tişt anîn Mihabadê, zarokên me qet tiştên wisa nedîtibûn. Ji wan re gelek xerîb dihat.”Elî Qazî Mihemed derbarê sedemên têkçûna Komara Kurdistanê de jî ev tişt gotin: "Yekîtiya Sovyetê alîkariya Komara Kurdistanê dikir. Xwişka Şahê Îranê ya bi navê Eşref çû gel Stalîn. Jêre got, ger tû êdî alîkariya Kurdan nekî; emê petrolê bidin Yekîtiya Sovyetê. Stalîn jî ev yek pejirand. Xeber ji Kurdan re şand û got, êdî em nikarin alîkariya webikin. Pêwîste hûn bi xwe ligel hikûmeta navendî pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li ser vê yekê bavê min çû Tehranê.”

Li Tehranê peymanek îmze kir

Kurê Pêşewa behsa serdana bavê xwe ya ji bo Tehranê kir û wiha got: "Li wir peymanek ligel Îranê mor kir. biryar hat dayîn ku otonomiyeke Kurdan hebe û Sine jî bibe paytexta wê. Bavê min vegeriya Mihabadê û xelk kom kir. Ji gel re got, du rê li pêşiya me hene. Ya yekemîn em şerê hikûmeta Îranê bikin. Ya duyemîn jî yan divê em peymana kumin ligel Îranê mor kirî, em bipejirînin. Gel hemuyan gotin, em şer naxwazin û tişta te ligel Îranê îmze kirî, em wê dipejirînin. Li ser vê yekê bavê min jî destûr da ku leşkerên Îranê werin Mihabadê. Yekîtiya Sovyetê kamyon şandin Mihabadê û ji bavê min re gotin, em we bibin gel xwe. Bavê min got, ez xelkê xwe bi cih nahêlim. Şahê Iraqê Feysel çend caran şand pey bavê min û got, ger tu werî Iraqê emê mafê penaberiya siyasî bidin te. Lê bavê min ew jî qebul nekir.”

Xwe kir qurbanê gelê Kurd

Elî Qazî diyar kir bavê wî dizanî wê were kuştin û wiha behsa vê yekê kir: "Bavê min dizanî wê were kuştin. Lê ji bo ku şerê navxwe çênebe, Pêşewa Qazî Mihemed qebul kir ku were kuştin. Ji bo din ava Kurdan de şerê birakujiyê çênebe û xwe kir qurbanê gelê Kurd.” Derbarê pirsa ‘Partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê û gelê Kurd ta çi astê xwedî li mîrasê Pêşewa Qazî Mihemed derdikevin?’ Elî Qazî wiha got: "Niha dema ez biçim çi cihekî Kurdistanê, dema dizanin ez kurê Qazî Mihemed im; gelek rêzê li min digirin. Rojekê ez li Şamê bûm mêvanê birêz Abdullah Ocalan. Em ligel çend hevalan ji bo nan xwarinê çûn derve. Yekê ji min pirsî, tu ji kûdereyî? Min got, ez ji Mehabadê me. Got, Mihabada Pêşewa Qazî Mihemed. Yanî her çar parçeyên Kurdistanê rêzê li Qazî Mihemed digirin. Ji ber vê yekê xelk rêzê li min jî digirin.”
Elî Qazî  got: "Ala Kurdistanê, sirûda Ey Reqîb û gotina pêşmerge, hemû jî bîranînên Komara Kurdistanê ne. Komara Kurdistanê ev tişt ji bo gelê Kurd bi cih hiştine. Ya herî giring jî Qazî Mihemed nehişt şerê birakujiyê çêbibe.” Kurê Pêşewa Qazî Mihemed,  Elî Qazî  derbarê peywendiyên navbera xwe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî wiha got: "Şeva berî ku Ocalan biçe Tacekîstanê li min geriya. Jimin re got, ‘Te ti cih nedîne, ji bo ez biçimê?’ Min gotê, mixabin di vî warî de ez serneketim. Ew bû cara dawî me ligel hev axivî. Hemû gelê Kurd dixwaze demek berî demekê Ocalan ji girava Îmraliyê derbikeve û azad bibe.”



MIHEMED ORHAN / ALÎ DAGLI/DÎHA/HEWLÊR