Hevserokê Meclîsa Gel Cevzel Olaş da zanîn ku ew edî walî, qeymeqam û polisên AKP’ê nas nakin û dê ji bo avakirina xwerêvebirinê tevbigerin. 
Li Kurdistanê li hemberî konsepta şer a AKP’ê, îlankirina rêveberiyên cewherî berdewam dike. Piştî gelek bajar û navçeyan, li navçeya Elkê ya Şirnexê bi tevlibûna gelek nûnerên saziyên sivil û demokratik û gelek welatiyan, endamên Meclisa Gel a Demokratîk bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişên hukumeta AKP’ê dan û rêveberiya xwe ya cewherî îlan kirin. Hevserokê Meclisa Demokratik a Gel Cevzel Olaş daxuyanî xwend û destnîşan kir ku rayedarên dewletê ji xwestekên gelê Elkê dûr tevdigerin û ji bilî êrîşan tu kar nakin lewma biryara xwerêvebirinê stendine.



‘Edî tehemula me nemaye’

Olaş, da zanîn ku hukumeta AKP’ê bi mehan e li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrît dide meşandin û her wiha êrîşên giran li ser gelê Kurd pêk tîne. Olaş, bilêv kir ku komkujiyên li Gever, Cizîr, Silopiya, Gimgim, Farqîn ji gelê Kurd re sebir nehiştiye û got “Êdi em tehemulê van êrişan nakin.”
Olaş, diyar kir ku xwerêvebirin mafekê rewa ye û divê ne tenê li bajarên Kurdistanê li hemû bajarên Tirkiyeyê werin saz kirin. Olaş, da zanin ku ew ji îro pê ve walî, qeymeqam û polisên AKP’ê nas nakin û ew dê ji bo avakirina xwerêvebirinê tevbigerin. Olaş, diyar kir ku ji îro pê ve ew dê li hemû taxan meclisan ava bikin û li hemû qadan xwe biparêzin. 


 DÎHA/ŞIRNEX