Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (WHO) elaqedarî Koronayê daxuyaniyeke nû da û got, Ewrûpa bû navenda nû ya krîza nexweşiya ji ber vîrûsa koronayê. Hikûmeta Fransayê jî xelkê xwe rexne kir, ji ber ku tevî ku hikûmetê bang kiribû xelk dawiya hefteyê ji malên xwe dernekeve jî, xelk derketiye derve. Hikûmeta Federal a Elmanyayê jî tevdîrên bêhtir pêşniyaz kirin. Hikûmetên eyaletan wê biryarê bidin ka çawa û kengî van tevdîran bicih bînin. Ev tevdîrên pêşîgirtina bilezbelavbûna pandemiya ji ber vîrûsa koronayê pêş dibînin ku dikan, restoran û bi giştî sûk û bazar herî zû saet 6´an karibin deriyên xwe vekin û herî dereng jî saetan 18´an deriyê xwe ew divê bigirin. Heta niha Bayernê biryara xwe eşkere kir û da zanîn ku ji sibe û pê ve ew ê van tevdîran bi cih bîne. Heb û dermanên antî-emfalamtuwar? Wezareta Tenduristiyê ya Fransayê diyar kir ku li cem nexweşên Covîd-19´ê yanî kesên bi vîrûsa koronayê ketine, dermanên antî-enflamatûwar nexweşiyê girantir dikin. Wezaret Pêşniyaz dike ku dema canê mirovan bisincire, paracetamolê bi kar bînin. Wezîrê Tenduristiyê yê Fransayê Olîvîer Veran roja Şemiyê li ser vê mijarê xelk hişyar kiribû û ji hingî ve xelk dipirse, ka çima hebên li dijî nêmgirtinê divê neyên bikaranîn? Wezîrê Tenduristiyê li ser Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku dibe ku sedema girankirina înfeksiyonê, dermanên antî-emlamatûwar (dermanên li dijî nêmgirtinê) bin. Di rewşa heyî de lêkolîneke zanistî ya di vî warî de nîne. Îbuprofen (Advîl, Nûrofen û yên din) weke dermanên antî-emflamatûwar derdikevin pêş. Encama çavdêriyê yedaneyên ilmî nînin  Lê belê daxuyaniya wezîr xwe dispêre çavdêriyên li ser nexweşên di kategoriya bi rîsk de yên li nexweşxaneyan. Hate ragihandin ku yên kêmî 65 salî di asta bi rîsk de bi vîrûsa Korona ketine, taybetmendiya hevpar a hemûyan ew e ku bi serê xwe antî-enflamatûwar wergirtine. Ji bo daxistina tîna bedena mirovan jî kedkarên tenduristiyê bi taybetî dermanê paracetamol pêşniyaz dikin. Servîsa tenduristiyê ya Kantona Vaud a Swîsreyê jî piştî daxuyaniya Wezîrê Fransayê pêşniyaz li dermanfiroşên kantonê kir ku bikaranîna paracetamolê teşwîq bikin.  NAVENDA NÛÇEYAN