Hikûmeta Federal a Elman careke din dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava bi peyvên nerm û şermokî "rexne“ kir. Lê ev şermokîtiya wê jî hîna nû evqasî zelal rewşê îfade dike. Wê dagirkeirya dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê weke "ne rewa" bi nav kir. Misteşara dewletê ya partiya desthilatê CDU´yê Maria Flachsbart a di wezareta bipêşxistinê ya federal de got, "Bi ya hikûmeta federal argumanên dewleta Tirk bi guman in." Wê di bersiva dayî Partiya Çep de got, elaqedarê dagirkeriya dewleta Tirk a Serêkaniyê û Girê Spî "hikûmeta federal da zanîn ku ew ti sedema nabîne ku nîşan bidin operasyon li gorî hiqûqa navneteweyî rewa be." Flachsbarth di heman bersivê de wekî din dinivîse ku hikûmeta federal a Elman dixwaze bi milyonek euroyî di çarçoveya têkoşîna li dijî krîza koronayê de alîkariyê bide rêxistinên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî karê insanî û xizmeta sihetê dikin. Dewleta Elman di dema destpêka dagirkeirya dewleta Tirk de jî daxuyaniyên nerewadîtina êrişa Tirkan dabûn, lê di pratîkê de weke hevgirê NATO´yê jî di warê eskerî de destek dabû dewleta Tirk. Heman Elmanyayê nîvê Hezîrana bihurî ji bo vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê li alîkariyên insanî pêşnûmayek dabû Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî. Niha jî eşkere kir ku ew dixwaze alîkariyê bide rêxistinên civaka sivîl. Gelo ev guhertinek di siyaseta dewleta Elman de yan jî beşek ji siyaseta wê ya berê ye ku hevgiriya bi dewleta Tirk re li pêşiya tiştên din e. BERLÎN