Bi skandaleke li Berlînê derkete holê ku sîxurekî dewleta Elman zarok şandine nav refên çeteyên DAIŞ´ê. Dewleta Elman ku bi hemû derfetên xwe bûye bela civaka Kurd, bi helwêsta xwe yekser destek daye terora DAIŞ´ê.

Sîxurekî Îstîxbarata Elman a eyaleta Berlînê, kesekî 16 salî şandiye nav refên DAIŞ´ê. Ji bo wî bilêt biriye, pere danê û peywendî danîne da ku di ser Tirkiyeyê re biçe Sûrî. Ev agahiyên hanê jî li gorî bernameya Frontal 21´ê ya di televizyona fermî ya Elman ZDF´ê di belgeyên lêpirsînekê de hene. Bername dibêje, kopyayeke van belgeyan li ber destê wan e.

Sîxur û muxbirê Îstîxbarata Hundir a Elman ê bi navê Emanuel P. ketiye ber lêpirsînê bi tohmetbariya alîkariya “amadekirina kirineke şidetê ya tehlûke ji bo dewletê”. Wî li gorî van belgeyan bi zanîn û “bi qest” dema ciwanê 16 salî xwestiye tevlî nav refên çeteyên DAIŞ´ê bibe, pere, bilêtên tayereyê û cihê manê jê re eyar kiriye. Frontal 21 li ser mijarê pirsekê ji Îstîxbarata Berlînê dike û ew jî bersiva, şîroveyên eşkere li ser operasyonan nayê kirin, dide.

Kirineke ne insanî

Sîxur Emanuel P. li gorî lêkolînên Frontal 21´ê ji Gulana 2013´an heta Îlona 2015´an ji bo Îstîxbarata Berlînê (Meqamê Parastina Destûra Bingehîn a Berlînê) di nava tundrawên Îslamî de nêzî êrişkarê Berlînê Anis Amri xebitiye.

Li gorî belgeyên lêpirsînê, Havîna 2015´an wî çûna zarokeke 16 salî ber bi Stenbolê re organîze kir, bilêta wî birrî û pere jê re peyde kirin. Sîxurî dizanî ku ev zarok diçe nav refên terorîstên DAIŞ´ê.

Ev zarok li Stenbolê tê girtin û wî teslîmî Elmanyayê dikin. Di îfadeya xwe de ev kurê niha 19 salî dibêje, “Ew ciwan û zarokan dişîne mirinê. Ez nizanim ka ew dizane, tişteke çawa ye ku zaroka dayikekê bimire. Tişta wî kirî, ne insanî bû, sûcek bû.”

Piştî bi çend hefteyan, di Îlona 2015´an de sîxur Emanuel P. ji îstîxbaratê tê qutkirin. Jixwe ji lêpirsînê mirov fêm dike, sîxur hatiye hişyarkirin ku di karê xwe de nabe ku sûc bike û xelkê di sînoran re derbas bike. Lêpirsîna mijar li serê jî bi destê Dozgeriya Giştî ya Berlînê tê birêvebirin.

Gelo çend şandin nav DAIŞ´ê?

Li vir ji bo gelek kesan pirsa girîng ew e, gelo ev zarok kesa/ê yekem bû ku vî sîxurî şandiye nav refên çeteyên DAIŞ´ê. Yan gelo ew di hin “operasyonên” xwe de bi ser ketiye yan na. Frontal 21 di lêkolîna xwe de bi ser vê pirsê de neçûye. Li aliyê din mirov bivênevê ji xwe dipirse gelo dewleta Elman bi zanîn ketiye nav helwêsteke wisa yan na. Ji ber ku di meseleya krîmînalîzekirina Kurdan îstîxbarata Elman çi ji destê wê tê dike lê li dijî tundrawên nijadperest ên Tirk û Îslamî çavên xwe kor û guhên xwe kerr dike.

 

BERLÎN