Elmanyayê ji ber qirrkirina li Namîbya ya beriya 114 salan a li dijî miletên Herero û Nama, heta niha fermî ti tişt nekir.  Ji bo daxwaza tazmînatê ya gelên Herero û Nama jî bi biryardarî bersivê nade, ya rastê xwe nade ber ti tezmînatê û bi ser de jî xwe ji peyva qirrkirinê bi îtîna vedide. Çarşema bihurî jî bermahiyên çend kuştiyên qirrkirinê yên weke qoqê seriyan li heyeteke ji Namîbyayê bi merasîmeke li dêra Charite, hatin vegerandin.

Li Namîbyayê ku li nava Afrîkaya Başûrrojava ya ku berê koloniya Elman bû, cih digire, sala 1904’an piştî raperînê bi deh hezaran endamên miletên Herero û Nama hatibûn kuştin. Ji ber ku qirrkirin hîn jî nayê qebûlkirin, paşiyên herdu miletan nerazî ne. Ew bi israr doza xwe dibin ber dadgehan.

Min qirr kir lê tezmînatê nadim

Di merasîma pêr li Berlînê de hestiyên 27 kesên hatin kuştin hatin radestkirin. Merasîm li dêreke Fransayê ya li Berlînê hate kirin û nûnerên gelên Herero û Nama tevlî bûn. Wezîra Dewletê ya Elman a ji çandê berpirsyar Michelle Muntefering li merasîmê axivî û tenê lêborîn xwest.

Munteferîng bi baldarî gotina ‘qirrkirinê’ nekir, û îdîa kir “Elmanyayê berpirsyariya xwe ya dîrokî qebûl kiriye.”

Di dema merasîmê de û piştî wê, gelek mirovên ji gelên Herero û Nama xwepêşandan li dar xistin û ji Elmanyayê xwestin ku tazmînatê bide.

Hikûmeta Elman jî qebûl nake ku ji ber qirrkirinê tazmînatê bide her du gelan. Elmanya hewl dide bi hin alîkariyên aboriyê yên ji bo Namîbyayê, xwe ji vê rewşê rizgar bike. Lê herçî gelên Herero û Nama ne dibêjin, hikûmeta wan temsîl nake û di encama qirrkirinê de jixwe nifûsa herdu miletan ewqasî kêm bûye ku li welêt bûne hindikayî.

Komkujiyên li dijî Herero û Namayan hate kirin weke qirkirina destpêkê ya sedsala 20’an tê qebûlkirin.

 

BERLÎN